HDP'ê Cejna Paskalya pîroz kir

  • 11:52 17 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Cîgira Hevserokên ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê berpirsiyar  Tulay Hatîmogullari, Jejna Fleyan a Paskalyayê Pîroz kir û ev pêşniyaz kir, "Ez hêvî dikim ku ev cejn ji bo gelan bibe mizgîniya azadî û edaletê."
 
Cîgira Hevserokên ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berpirsiyar  Tulay Hatîmogullari, derbarê Cejna Paskalya (Hêkesorê) ya Fileyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Tulay destnîşan kir ku gel û bawermend bi biryar in ku têkoşîna xwe ya ji bo erdnîgariyek ku çand, zimanên xwe yên zikmakî û nasnameyên xwe di nava şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn bidomînin û got, "Em Cejana Pascalya ya hemû Fileyan pîroz dikin. Cejna Pascal, yek ji girîngtirîn cejnên Fileyan e; Ev cejn di naveber 17 û 24'êê Nîsanê de ji aliyê Fileyên ku salnameya kevn bi kar tînin ve tê pîrozkirin."
 
Tulay got, “Em pêşniyaz dikin ku bi van hêkên rengîn ên di vê cejnê de li Rojhilata navîn û li tevahiya cîhanê tên lihevxistin jiyaneke nû bê afrandin; ev cejn ji bo gelan bibe mizgîniya aştî, edalet û azadiyê."