ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 17 Nîsan 2022
  • Rojev
 
*Eynîye Ayhan ji bo ku debara xwe bike bi şev û roj dixebite. Eyniye dibêje ku ew  23 sal in bi kare şikandina gûz û fistiqan debara xwe dike beranberê keda dide nagire.  BI DÎMEN
 
*Zeloya ku ji dayika xwe dirûtina cil û bergan hînbûye nîşanî keça xwe Edlê daye. Her du jin niha bi dirûnkariyê xwe dî li cil û bergên gelerî derdikevin. BI DÎMEN 
 
*Jinên efrînî yên ku niha li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê dijîn, ligel zor û zehmetiyan rojî digirin û gotin: "Li vê derê ambargo heye ji ber vê yekê em zehmetiyan dijîn. Hikûmeta Şamê niha jî hewl dide ku hatina ard  asteng bike ku gel bê nan bimîne." BI DÎMEN 
 
* Parêzer Berfîn Polat der barê rûniştina doza Denîz Poyraz de banga xwedî derketinê kir û da zanîn ku Denîz ne ji ber ku tenê jin e, ji ber ku kurd bû hatiye qetilkirin û ev di esasê de qirkirinek bû. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy da zanîn ku hişê dema nêz û navan yê Aysel Tugluk nemaye û got Aysel ji ber nameyên ku jê re tên şandin gelek kêfxweş dibe. Oyayê bang kir ku divê ji bo Ayselê kampanyayê tora civakî bên destpêkirin û jê re her tim qert û name bê şandin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar ki ku bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê re divê kedkar li dijî pirsgirêkên dijîn xwe rêxistin bikin û ji bo vê jî divê têkoşîna jinan mînak bê girtin. Serpîlê got  bi rihê 8’ê Adar û Newrozê divê qadên 1’ê Gulanê bên tijekirin.” BI DÎMEN