Dayikên Aştiyê yên Efrînê lêkirina 'Dîwarê şermê' şermezar kir

  • 11:20 16 Nîsan 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê li dijî lêkirina "Dîwarên şermê" daxuyaniyek da û got: "Bangawaziya me ji gelê me re heye ku li dijî siyaseta dijminatiyê serî rakirin." 
 
Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê li dijî lêkirina "Dîwarên şermê" ya di navbera Şengal û Rojava de şermezar bike li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ya li gundê Til Qirah a navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê daxuyaniyek da. Endamên Dayîkên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyên Endama Komîteya Perwedê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn Hêvî Silêman ve hat xwendin. 
 
Daxiyanî wiha ye: 
 
"Bi Navê Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê, em siyaseta PDK'ê ya ku nûnertiya wê malbata Barzanî dike bi tundî şermezar dikin. A ku bi fermana dewleta tirk a dagirker li Kurdistanê dewleta ku dijmantiya gelê me dike, her wiha êrşan li dijî tevgera azadiyê û şervanên me li her derê pêktîne. Êrişê li Şengal, Mexmûrê, Bakur û Rojhilatî Sûriyê dike. Dîwarê şermê, di navbera her du aliyên Kurdistanê de lêdike. Siyaseta qirkirinê dimeşînê. 
 
Di derheqê gelê me yê berxwedêr de, yê ku hemû pêlan û komployên dewleta tirk a dagirker de, bi wê yekê jî tenê bes nake, lê rayedarên hikumeta başûrê Kurdistanê vedixwîn Enqerê da ku îtîfaqa bi dizî mohr bike û bazara li doza Kurdî bike û destkeftiyan wê ve. Ji ber ku hikûmeta başûrê Kurdistanê nikare bibe xwedî biriyar di derbarê çarenûsa xwe de. Hîn jî dizî û talanê dike di derheqê karmendên ku zêdetirî du salane fonên wan nedanê, lê resmalê malbata Barzanî di panqeyên Ewropa û Emerîka de ne, ji bo temînkirina pêşeroja malbata wan. 
 
Em weke Dayikên Aştiyê bi tundî siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistanê şermezar dikin, siyaseta dorpêçê û lêkirina dîwarê şermê yê ku di derbarê biran de nayê girtin li her du aliyên sînor ku dijminê dagirker daniye. Bangawaziya me ji gelê me re heye ku serîhilde li dijî siyaseta dijmantiyê da ku dijminê dagirker û qirker têk bibin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimrê xiyanet", "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji lêkirina dîwarê şermê re" û "Bijî yekîtî û berxwedaniya gelê me" bi dawî bû.