Ji bo CPT banga ‘serdana defocto’ ya lezgîn

  • 10:00 16 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrin ji bo tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin serî li CPT da û xwest di 2022’an de serdana lezgîna defacto pêk bê û mafên Abdullah Ocalan yên hatine binpêkirin, bên dayîn.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji 25’ê adara 2021’ê heta niha tu agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ji wê dîrokê heta niha serî li gelek saziyên netewî û navneteweyî dan û daxwaza hevdîtina bi muvekîlên xwe re kirin. Lê heta niha tu bersivek erênî nehatiye dayîn. Dîsa rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî jî li dijî tecrîda Îmraliyê ketin tevgerê û xwestin demildest hevdîtin pêk bên. Lê hîna jî hewldan nehatine bersivandin.
 
Ji bo CPT serlêdana nû
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê carek din serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) dan û xwestin îşkence û pêkanîn bidawî bin. Parêzeran di serlêdanê de der barê şert û mercên Îmraliyê de bên agahdarkirin.
 
Serlêdan encamê nadin
 
Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku ew dixwazin bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bikin, agahiyê jê bigirin û li gorî hiqûqê mafên wan bên dayîn û gotin ji bo vê saleke serlêdanan dikin, lê hemû serlêdan bê encam mane. Di serlêdanê de hat diyar kirin ku tenê di sala 2021’ê de 71 serlêdanên malbatê yên ji bo dozgerî û Îdara Îmraliyê hatine kirin, 202 serlêdanên parêzeran hatine kirin û gotin: “Lê bi tu awayî destûr nedane hevdîtinan. Serlêdanên ji bo Dadgeriya Înfaza Bursayê, Wezareta Dadê, Komîlsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê, Dadgeha Destûra Bingehîn tu encamek nedaye.”
 
Li  Încommunicado şert û mercên giran didomin
 
Parêzeran diyar kir ku ev rewş ku berê CPT jî wek ‘Incommunîcado’ venasiye, îro jî di bin şert û mercên giran de didome û di vê pêvajoyê de nameyên ku parêzeran şandiye jî bersivan wan nehatiye dayîn.
 
Destûr nadin serdanên malbat û parêzeran
 
Di serlêdanê de her wiha hat destnîşan kirin ku di 11 salên dawî de tenê di 2019’an de di çar mehan de 5 hevdîtinên parêzeran hatiye kirin û ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha hevdîtina parêzeran, ji 3’yê Adara 2020’an heta niha hevdîtina malbatan nehatiye kirin.
 
Biryar veşarî tên meşandin
 
Di berdewamiya serlêdanê de diyar kirin ku di 30’ê adara 2021 û 22’yê mijdara 2021’ê de serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê dane û serlêdanên wan bi awayekî dijhiqûqî hatine redkirin û di encama vê de fêrbûne ku biryarên qedexeya parêzer û cezayên dîsîplînê yên dij qanûnî hatine dayîn.  
 
Ji bo CPT banga serdana defacto
 
Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kirin ku rejîma tecrîda giran ya heyî ku berdewam dike, bi qasî di bin berpirsyariya netewî de ye, di bin berpirsyariya CPT û merciyên Navneteweyî de ye jî û wiha hat bi lêv kirin: “Di van şertên heyî de hemû mafên serdanê hatine astengkirin û ji ber vê jî ferz bûye ku komîteya we serdanê pêk bînin û hemû şert û mercan li ber çavan bigirin û maf û azadiya hatiye binpêkirin, bikeve jiyanê. Hîna ku vê rewşê rê li ber zirarên ku telafiya wê nayên kirin, venekiriye divê dawî lê bê û ev peywira esas a hiqûqê ye. Ji 2007’an heta niha serdanên komîteyê ku sê salan carê hatiye kirin, divê di 2022’yan de serdana defacto bê kirin.”
 
Daxwazên divê lezgîn pêk bên
 
Parêzeran di berdewamiya serlêdanê de ev daxwaz rêz kirin;
 
“* Divê komîte bi awayekî lezgîn li Grava Îmraliyê serdanê pêk bîne,
 
* Divê serdana parêzeran demildest destpê bike û berdewama wê pêk bê,
 
* Divê hevdîtinên malbatan jî pêk bê, berdewama wê hebe û dawî li cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê ne bê,
 
* Divê ligel hevdîtinan, mafên telefonê jî bi awayekî rêk û pêk, pêk werin,
 
* Divê dawî li astengiyên li pêş naem û faksan bê anîn,
 
*Divê dawî li astengiyên li hember kovar, rojname û pirtûkan bê
 
*Divê şert û mercên pêkanînên nebaş û dijmirovanî, îşkence ji holê bê rakirin û prosedur û tedbîr pêk bên.”