'Ez nizanin ez ê 700 TL bidim ku û pê çi bikim?'

  • 09:03 16 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Rabîa Tatar a dayika 2 zarokan û bi 700 TL yê hewl dide debara xwe bike û wiha rewşa heyî tîne ziman: "Bi qeyrana aborî re jiyana me serobinî bû. Lê belê sedema serobinîbûna jiyana me jî hikûmet bi xwe ye."
 
Bandora qeyrana aboriyê roj bi roj bêtir xwe dide der. Welatiyên ku êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin gilî û gazincên xwe bi awayên cuda tînin ziman. Ligel bangewaziya gel hikûmet bêdengiya xwe diparêz e. Welatiyê bi navê Rabîa Tatar a 42 salî dayika du zarokan e û neçare ku bi 700 TL yê debara xwe bike. 
 
'Her roj heman karî dikim'
 
Rabîa, di xaniyê ku ji du ode û û aşxeneyekê pêk tê de dijî, beriya gilî û gazincên derbarê qeyrana aborî de ewilî behsa jiyana xwe ya rojane kir: "Sibehê zû radibim zarokên xwe amade dikim û wan rê dikim dibistanê. Piştre ez têm malê kar û barê malê dikim. Ji ber ku meha remezanê ye em rojiyê digirin û ji bo fitarê amadekariyan dikim. Roja min her roj bi heman kar û bar re derbas dibe. Hem xwedîkirina zarokan û hem jî karê malê êdî derfet nade ku ez ji bo debara xwe li derve bixebitim. Gelek kes ji karê çandiniyê re mijûl dibin lê belê ji ber ku erdê me nîne em nikarin karê çandiniyê jî bikin." 
 
‘Em bi 700 TL debara xwe dikin' 
 
Hevjînê Rabîayê di encama qezayê de nivîşkan maye û niha nikare bixebite. Rabîa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevjînê min nikare di karekî giran de bixebite. Di malê de kesek nîne niha bixebite. Ji ber nivîşkaniyê 12 meh in 700 TL, pere didin me. Ez bi 700 TL'yê debara xwe dikim. Ez herî zêde 200 TL ji bo dibistana zarokan cuda dikim. Ji ber qeyrana aboriyê êdî qimeta pere nemaye û bandorê li me dike. Bi rastî caran xwarin tuneye ez bidim zarokên xwe. Ez ji dikanê deyn tiştan dikirim, lê belê dê heta kengê wisa be. 500 TL'yê ku dimîne jî ez didim fature û deynan."
 
'Jiyan berê jî zehmet bû niha bêtir zehmet e'
 
Rabîa, destnîşan kir ku beriya qeyrana aboriyê hinek rewş baş bû û wiha bi lêv kir: "Hemû tişt ne ewqas zêde bihabûn. Lê piştî ku ev qeyran kurtir bû jiyana me serobinî bû. Îro 4 kîlo rûn îro bûye 150 TL, torbeyê ar bûye 380 TL û hemû tiştên xwarinê wiha biha bûye. Jiyan zehmet bû lê belê  niha zehmettir bû. Ez nizanin ku ez ê 700 TL bidin çi, pê çi bikim?”
 
‘Erdogan diçe alîkariya welatên din...'
 
Rabîa, da zanîn ku sedema qeyrana aboriyê hikûmet û polîtîkayên hikûmetê yên şer e û wiha axivî: "Sedema qeyrana aboriyê Erdogan û hikûmeta wî ye. Ger ku ev şer tunebûya dê ev qeyran jî tunebûya. Em kesên xîzan wekî her tim bûn qurbana şer. Erdogan alîkariya welatiyên xwe nake, diçe alîkariya welatên din dike. Em vê tiştê qebûl nakin. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe ku qeyrana aborî jî ji holê rabe."
 
Rabîa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim ku dawî li vî qeyranî bê. Ji ber ku rewşa welatiyan ne baş e. Bila gavên çareseriyê bavêjin. Em êdî jiyanek aram û azad dixwazin.”