ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'AN

  • 09:00 16 Nîsan 2022
  • Rojev
*Li gundê Çamdere yê girêdayî navçeya Sîncîkê ya Semsûrê hema çi bigire li her malekê dezgehê tevnê yê xalîçeyan heye. Jinên li vî gundî dibêjin ku ew hem bi çêkirina xalîçeyan debara xwe dikin û hem jî kevneşopiya xwe ya bi salan diparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Rabî Tatar a dayika 2 zarokan û bi 700 TL yê hewl dide debara xwe bike û wiha rewşa heyî tîne ziman: "Bi qeyrana aborî re jiyana me serobinî bû. Lê belê sedema serobinîbûna jiyana me jî hikûmet bi xwe ye." BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş destnîşan kir ku sedema zêdebûna şîdetê polîtîka bêcezahiştinê ye û ev polîtîka cesaretê didin mêran.  BI DÎMEN 
 
*Endama damezerîner ya Sendîka Hewldana Koçberan Burcu Arikan û Burcu Çira diyar kir ku deshilatdarî û penaber penaberan dikin alava siyasî û ji ber vê nîjadperestî zêde dibe. Her wiha gotin ku bilî xurt bûn û yekitiyê çare nîne. BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Mersînê û endama Komîsyona Mafê Mirovan a HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku dewletê li dijî girtiyan şer daye destpêkirin û got sedema binpêkirina mafan tecrîda li ser Abdullah Ocalan e, divê demildest hevdîtin dest pê bikin. BI DÎMEN 
 
*Buroya Hiqûqê ya Asrin ji bo tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin serî li CPT da û xwest di 2022’an de serdana lezgîna defacto pêk bê û mafên Abdullah Ocalan yên hatine binpêkirin, bên dayîn.