‘Li Girtîgeha Sîlîvriyê rastî tên veşartin'

  • 15:30 15 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL -  Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de daxuyaniyek da û got: “Me xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê red kirin. Tevî agahiyên hatine parvekirin, qeydên dengan, wêne, daxuyaniyên xizmên girtiyan, raporên şandeyan hêj jî kesek ji peywirê nehatiye girtin. Hewl didin ku mijarê veşêrin.”
 
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê ji ber îşkence û teşwîqkirina întîharê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê, çûn serdana girtîgehê. Şandeyê, têkildarî mijarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), Komeleya Rêxistinê Sivîl a di Pergala Ceza Înfazê de (CÎSST), nûnerê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe û gelek parêzer amade bûn. 
 
'Girtîgeh îşkenceyê red dike'
 
Di daxuyaniyê de Gulseren Yolerî da zanîn ku hewldan heye ku rastiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê bên veşartin û wiha got: “Tevî ku dîmenên Ferhan Yilmaz ên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin jî, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan sedema mirina wî weke ‘sekinîna dil’ nîşan da. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê jî îdiayên îşkenceyê red kir. Di vê pêvajoyê de şandeyeke Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê û OHD’ê bi girtiyan re hevdîtin kirin. Hewl dan bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan bikin. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku gelek girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û îdiayên îşkence û teşwîqkirina întîharê rast in.” 
 
'Girtî ji neçariyê hewldan întîhar bikin'
 
Gulseren diyar kir ku 10 girtiyên rastî îşkenceyê hatin û neçarî întîharê hatine kirin li Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, Girtîge Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Salîhlî ya Manîsayê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê û Girtîgeha Tîpa T a Kutahyayê hatine kirin. 
 
'Girtiyan didin zorê...'
 
Gulseren bi domdarî ev agahî dan: “Bi girtiyekî re hevdîtin hatiye kirin. Girtî got; ‘me hinek deng bihîstin û dît ku du kes ji pişt ve hatine kelemçekirin. 20 gardiyanan lê didan û birin. Gelemperî li dijî hemû girtiyan nêzikatiyeke xerab heye, zext tê kirin û rê li ber rageşiyê vedikin. Dibe ku îro wiha be lê dê sibe çawa be nizanim. Em êdî li ber teqînê ne. Lê me zêde didin zorê.’”
 
‘Heş kesek ji peywirê nehatiye girtin' 
 
Di berdewamê de Gulseren ev tişt anî ziman: “Me xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê red kirin. Tevî agahiyên hatine parvekirin, qeydên dengan, wêne, daxuyaniyên xizmên girtiyan, raporên şandeyan û tevî ku serdozgeriya komarê got lêpirsînê daye destpêkirin jî, hêj jî kesek ji peywirê nehatiye girtin. Saziyên têkildar tenê îdiayan red dikin û ev girtî demildest li girtîgehên cuda hatin veguhestin. Dema em van agahiyan tevan didin ber hev dibînin ku hewl didin mijarê veşêrin.”
 
'Lêpirsin nehatiye destpêkirin'
  
Gulseren, anî ziman ku ji bo derheqê bûyerê de lêpirsîneke baş bê destpêkirin û got: "Divê karmendên girtîgehê û rêveberiya wê ji peywirê bên dûrxistin, berpirsyarên wê bên cezakirin, pêvajoyeke vekirî bê domandin û di her astê de bi raya giştî re agahî bên parvekirin. Divê girtîgeh ji şandeyên şopandinê yên sivîl re bên vekirin."
 
'Heke hûn xwe nekujin, em ê we bikujin' 
 
Ji CÎSST’ê Rûken Altun jî destnîşan kir ku îşkence û nêzikatiya xerab bi zanebûn tê kirin û wiha dom kir: “Demekî kin piştî bûyera îşkenceyê, girtî hatin veguhestin. Ev jî nîşaneya tecrîdê ye. Di hevdîtinên me de girtiyan got ku gardiyanan cilêt, ben û parçeyên şûşeyan danîne rex wan. Her wiha gardiyanan jê re gotine ku ‘heke hûn xwe nekujin, em ê we bikujin.’ Me bi girtiyekî siyasî re jî hevdîtin kir. Bal kişand ser îşkenceya fîzîkî û derûnî û got ku li hemû girtiyan tê kirin. Dema bertekeke herî biçûk tê nîşandan jî nayên berdan an jî cezayên disiplînê lê dibirin. Mînak, gerandina govendê ya li ber stranên kurdî sedema cezayê disiplînê ye.”
 
'Delîl nehatine berhevkirin'
 
Hevseroka OHD’ê Esra Erîn jî da zanîn ku kesên rastî îşkenceyê hatin, nehatine guhdarîkirin, delîl nehatine berhevkirin û ev jî nîşan dide ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Esra ev agahî dan: “Li 6 kesan dixin û ji qawîşê derdixînin. Piştre jî 2 kesan têxin hucreyê. Ev her du kes zendikên xwe dibirin. Her wiha îşkenceya heyî li hucre û qawîşan jî berdewam dike.”
 
'Li hemberî binpêkirina bêdeng nemînin'
 
Parêzera ÇHD’ê Meral Hanbayat jî da zanîn ku bêedaletî û binpêkirinên giran li girtîgehan hene û divê raya giştî ya Tirkiyeyê li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne. 
 
'Îşkence polîtîkaya dewletê ye'
 
Nûnera TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî daxuyand ku îşkenceya li girtîgehan polîtîkaya dewletê ye û da zanîn ku heke piştevaniyeke xurt hebe dikare rê li ber were girtin.