Gulcîhan Şîmşek: Raporên ATK’ê veguherîne yên îdeolojîk

  • 09:05 15 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulcîhan Şîmşek der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û raporên ATK’ê de axivî û da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan divê şert û merc bê başkirin.
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û roj bi roj yên nû lê zêde dibin. Li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin, ji bo girtiyên rewşa wan gira ATK raporên ‘dikare girtî bimîne’ dide û dijhiqûqiyek mezin dikin. Li aliyê din jî  xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyan bang dikin lê rayedar bêdengiya xwe diparêzin.
 
Endama Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulcîhan Şîmşek der barê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir û da zanîn ku şert û mercên girtiyan ne li gorî mafê mirovan û peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine, ji bo girtiyên nexweş bên berdan divê şert û mercên wan bên başkirin.
 
‘Dijhiqûqî û bêmafî zêde bûn’
 
Gulcîhanê balkişand ser şert û mercên zehmet yên girtî têde ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji birînên Tirkiyeyê pirsgirêkên girtîgehane. Niha bi hezaran girtî di şertên pir zehmet de li girtîgehan tên girtin. Bêguman dema şertê girtîgehan tên gotin, divê yek bi yek bên nirxandin. Ji lêgerînên tazî bigirin heta ava germ, ava paqij û her wekê din. Divê li rewşa wan ya ku gelo hewcedariyên wan pêk tên an na, bê mêzekirin. Bi taybet demên dawî de binpêkirin û dijhiqûqî zêde bûye. Ji 2020’an heta niha  raporên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn di rojevê de ne. Komeleya Mafê Mirovan û Komîlsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê yek ser pirsgirêk tespît kirin û rapor amade kirine. Demên dawî de tê dîtin ku girtiyên nexweş bi çi awayî dibin nexweşxanê û piştî vegerê bi hinceta pandemiyê di şert û mercên giran de tên dermankirin. Dema ji nexweşxanê tînin dikin hucreyên yek kesî. Ev jî bi rastî  girtiyan dide zorê.”
 
‘Divê em bi hestiyar bin’
 
Gulcîhanê daxuyakirin ku piştî vegera ji nexweşxanê dikin hucra yek kesî û bi lêv kir ku ev rêbaza şîdetê ye û wiha dirêjî dayê: “Di heman demê de pêkanînek tecrîdê ya mafên girtiyan binpê dike mijara gotinê ye. Ligel van tiştên tên jiyîn li girtîgehan rêjeya mirinan zêde bûne. Ev mirin jî hem ji nexweşiyan, hem ji şertên têde dimînin hem jî ji ber pirsgirêkên psîkolojîk tên jiyîn. Li gorî daneyên dawî yên ÎHD’ê ji hezar û 600 zêdetir girtiyên nexweş hene û divê 600 heb demildest bên berdan. Di vê mijarê de divê em hemû bi hestiyar û baldarî tevbigerin.”
 
‘Rewşa Garîbeyê her tiştî nîşan dide’
 
Gulcîhanê balkişand ser îşkence û zexta li girtiyan pêk tê û wiha bi lêv kir: “Em li tiştên ku Garîbe Gezer jiyaye binêrin. Şert û mercan nehişt Garîbe bijî. Garîbe xistin hucra yek kesî, di odeya bi sunger de şîdet lê kirin, tecawiz kirin û di encama vê de mirinek hat jiyîn. Ev jî rewşa girtîgehan baş datîne holê. Tiştên ku Garîbeyê jiya her tiştî nîşanê me dide.”
 
‘Derfetê başbûnê li girtîgehê tune ye’
 
Gulcîhanê di dawiya axaftina xwe de li ser raporên ku ATK dide girtiyan jî sekinî û wiha dawî lê anî: “Raporên ji aliyê ATK’ê ve tên dayîn ji aliyê wezareta dadê û rêveberiya girtîgehê ve cuda cuda tê nirxandin û tahliyekirina girtiyan li ser vê tê diyarkirin. Derfetê başbûna girtiyên nexweş li girtîgehê tune. Li girtîgehê doktorekî revîrê heye. Dema girtî diçin revîrê, şertên nexweşxaneyeke berfireh nayê dayîn. Divê em şert û mercên hevala xwe Aysel Tugluk ku pêşengiya siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê kiriye, bibînin. Tiştên pê hatiye jiyankirin di wijdana gel de nayê qebûlkirin. Tevî ku rewşeke wê ya cezayî tune ye jî nayê berdan. Divê mijarê de her kesên xwedî hestiyar divê hêzê bidin Ayselê.”