Li Amedê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 08:34 15 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di serdegirtinên malan ku serê sibehê hatin kirin de bi dehan kes hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku derbarê 57 kesan de biryar binçavkirinê heye û parêzeran diyar kir ku hinceta operasyonê jî tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ye.
 
Gelek kesên ku di nav wan de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û Rojnameger Alî Koçer jî heye birin muduriyeta polîsan a Amedê.