Li Îzmîrê 'Nobeta Edaletê' 45 roj in didome

  • 16:37 14 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê di roja 45'an de didome. Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay di serdana nobetê de banga piştevaniya çalakiyê kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê 45 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bornovayê serdana nobetê kirin. 
 
Di serdanê de Serpîl axivî û bal kişand ser zextên li hemberî girtiyan. Serpîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demên dawiyê de gelek agahiyên îşkenceyê tên. Li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Bi zextan dixwazin civakê bitirsînin. Em li  vir bang li raya giştî dikin ku guh bidin daxwazên dayikan. Em dizanin ku polîtîkayên ku li girtîgehan tê meşandin rêbazeke cezayê darvekirinê ye. Em vî tiştî qebûl nakin." 
 
Serpîl, diyar kir ku Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) di rapora xwe de da zanîn ku ligel girtiyên siyasî heman nêzikatiyê nîşanî girtiyên edlî jî dikin û got: "Garîbe Gezer hat tecawizkirin û îşkence lê kirin û întîhar lê ferz kirin. Her wiha em helwesta ATK’ê jî divê jibîrnekin û ligel raporên ku nikarin li girtîgehan bimînin jî nayên berdan. ATK wekî raporên midûriyeta polîsan tevdigere."
 
Hevseroka HDP'ê ya Bornovayê Behîce Kiliç jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha bi lêv kir: "Dayik jî zarokên wan bên berdan di nav têkoşînê de nin. Ev çalakiyeke watedar e. Girtî bi îşkenceyan tên qetilkirin. Girtiyên ku cezayên wan temam bûne nayên berdan. Divê ev binpêkirina mafên girtiyan bê bidawîkirin."