OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
- 16:17 14 Nîsan 2022
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji ber îşkenceya sîstematîk a li Girtîgeha Sîlîvriyê gilî kir.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê bi sedema îşkenceya sîstematîk û zexta ku girtiyan neçarî întîharê dike ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê, li Serdozgeriya Komarê Sîlîvriyê serlêdana sûc kir.
Şaxa komeleyê da zanîn ku têkildarî sûcên heyî dê tevahiya pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin.