Êrişê 'Nobeta Edaletê' ya Stenbolê kirin

  • 16:00 14 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di hefteya 4’emîn de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê berdewam kir. Polîsan êrişî malbatan kir, dayikan xistin û piştre jî binçav kirin. 
 
Malbatên girtiyan ji bo berdana xizmên xwe yên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatan di hefteya 4’emîn de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Alî Kenanoglu û Zeynel Ozen beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Dema dayik hatin pêşiya edliyeyê, polîsan pêşiya wan bi barîkatan girt û xwestin çalakiyê asteng bikin. Sedema astengkirinê jî biryara qedexeya çalakiyan a ji bo mehekê ya Qeymeqamtiya Bakirkoyê nîşan dan. Li ser vê yekê parlamenter Alî Kenanoglu got ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û kesek nikare vî mafî asteng bike. 
  
Piştre, malbatên girtiyan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatan bi van gotinan bertek nîşanî astengkirinê dan: “Em naxwazin zarokên me bimrin. Em dayik in. Bila zarokên me bên berdan. Em zarokên xwe dixwazin.” Di vê navberê de rageşî derket û ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîle Karakaş lêdan xwar û binçavkirin. 
 
Di vê navberê de Alî Kenanoglu got: “Li girtîgehan, girtî bi awayekî derqanûnî terkî mirinê tên kirin. Yên beriya we çawa hesab da bin, hûn jî dê hesab bidin. Mirov, li girtîgehan di bin parastina desthilatdarî û dewletê de dimirin. Ev, cezayê îdamê ye. Gelo ma bi vê daxuyaniyê re dewlet parçe bû yan jî xera bû? “Balkêşe ku li ser vê gotinê polîsan got; “Ez dewlet im.” 
 
Parlamenterên HDP’ê banga berdana dayikan kir û heta demekî çalakiya rûniştinê li dar xistin.