Xizmên girtiyan li pêş Edliya Amedê bang kirin

  • 14:25 14 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, îro li pêş Edliyeya Amedê di roja 150’an de berdewam kir. Malbatan destnîşan kir ku ji girtîgehan tabûtên bi xwîn derdikevin.
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatên girtiyan di roja 150'an de li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir.  
 
Ji bo piştevaniyê, Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran  (TUHAY-DER),  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên jibo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê beşdarî çalakiya malbatan bûn.
 
Yek jî xizma girtiyan Herdem Merwanî, destnîşan kir ku ji girtîgehan tabûtên bi xwîn derdikevin û wiha axivî: “Ev demek dirêj e em pirsgirêk û binpêkirinên ku li girtîgehan pêk tên tînin rojevê. Bila Wezereta Dadê û hemû siyasetmedar rewşa zindanan re çavên xwe vekin. Em wek xizmên girtiyan her roj di bin fikaran de roja xwe derbas dikin. Hemû kes ji rewşa zindanan re ker û kor e. Ev şermekê pir mezin e. Hûn ê bi vê şermê nekaribin bikevin nav civakê.”
 
Reşahat Ada ya ku ji bo girtiyê xwe tevlî çalakiyê dibe banga piştgiriyê û hestiyariyê û kir û got: “Em ê heya dawiyê li pey daxwaza zarokên xwe û daxwaza edaletê bibin. Ji hemû partiyên siyasî re bang dikin ku bila werin destê xwe bidin destê me.”