Çalakiya 'Nobeta Edaletê' li ber ATK’ê berdewam kir

  • 14:26 13 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li pêşiya ATK’ê pêk hat. Malbatan destnîşan kir ku ew 5 meh in li edaletê digerin û banga piştgiriyê kirin.
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kirin. Çalakiya ku di roja 149'an de didome û li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê pêk hat. 
 
Ji bo piştevaniyê Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Yenîşehîr, Çinar, Erxenî û Bismîl, Nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUHAY-DER),  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî nobeta îro bûn.
 
Ji malbatên girtiyan Nazîme Boltan, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wê sibê çalakî bigihêje 5 mehan û got: "Em dixwazin ji zindanan cenaze dernekevin. Bila zarokên me berdin, girtiyên me yên nexweş bên tedawîkirin. Em îro li pêş ATK’ê nobeta xwe berdewam dikin. Bila rapora zarokên me bidin. Em 5 meh in li kolan û serdana her deran dikin û edaletê bînin.”
 
Încî Guler ji serê ewîl ya çalakiyê heta îro ji bo serbestberdana girtiyên nexweş bang dike îro wiha axivî: "Ez bang li partiyên siyasî dikim. Bila partiyên siyasî daxwaza me ya edaletê bibinin û deste xwe bidin vîjdanê xwe.  Ev 5 eh in em li her derê edaletê digerin. Bes e êdî! Dawî li vî zilmê bînin.”
 
Daxuyaniya malbatan bi dirûşma "Heq, hiqûq edalet” bi dawî bû.