Malbatên girtiyên ku hewldan întîhar bikin nikarin bigihêjin zarokên xwe

  • 11:19 13 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Malbatên 6 girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber îşkenceya gardiyanan hewl dan întîhar bikin, nikarin xwe bigihînin zarokên xwe û ji jiyana wan bi gûmanin.
 
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 6 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî sîstematîk hatine îşkencekirin, kaşkirin û di encamê de girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest daye û girtiyê bi navê Halîl Kasel jî bin lênerîna giran de termankirina wî didomînin. Piştî ku girtî li malbatên xwe geriyan malbatan jî hem serî li Dozgeriyê û hem jî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a  Stenbolê dan. Di encama serlêdana malbatan de parêzerên OHD'Ê roja borî çûn girtîgehê. Parêzeran piştre hevdîtina xwe ya bi girtiyan re vegotin û hovîtiya hatiye kirin li ber çavan raxistin. 
 
Ew sirgûn kirin
 
Ji girtiyên ku hewl da întîhar bike Coşkun Agca sirgûnî Girtîgeha Hjmar 2 a Tîpa  F ya Îzmîrê kirin û Halîl Kasel jî bi darê zorê ji nexweşxaneyê kirine ambûlansê û ew sewkî Îzmîrê kirin. Malbatên  ku zarokên wan Coşkun Agca, Tolga Okçu, Abdullhamît Çetîn, H.Masal û yê bi navê Alî ber bi întîharê ve hatine birin jî diyar kirin ku ew ji zarokên xwe nikarin tu agahiyê bigirin.
 
'Jiyana lawê min di xeterê de ye'
Dayika girtiyê bi navê Abdul Menal Çetîn Avniye Çetîn diyar kir ku ew di 8'ê Nîsanê de bi lawê xwe re bi telefonê axiviye û lawê wê jê re gotiye, "Dayê em bi gardiyanan re pev çûn jiyana me di xweterê de ye." û wê ji wê rojê û vir de ji lawê xwe tu agahî neirtiye. Avniye wiha berewam kir “Dema lawê min li min geriya, xwest ji min re bibêje çi bûye, lê timî xeta telefonê qut dikirin. Jiyana lawê min di xeterê de ye.  Ger ku tiştek bê serê lawê min ez ê qiyametê rakim. Em giliyê kesên ku ev tişt anîn serê zarokên me dikin. Em ji partiya xwe tika dikin ku xwedî li zarokên me derkeve." 
 
Avniye anî ziman ku zarokên wan ji ber şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin kestine tora bazirganên hişbirê û hatine girtin. Avniye wiha berdewam kir, “Êdî taqeta me nema. Ev pênc roj in em hêstirên xwînî dibarînin. Dewlet bi zanîna vê qirêjiyê dike nav ciwanên kurd û mêjiyê wan şolî dike.  Divê em li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û bêjin raweste."
 
'Bi roja ye em nikarin agahiyê bigirin'
 
Dayika Coşkun Agca jî got ku ji înê de wan tu agahî ji zarokên xwe negirtiye û ev tişt got, "Ez roja înê çûm girtîgehê û dema min rewş pirsî, ji min re gotin ku tiştek nebûye. Paşê em çûn nexweşxaneyê, dema me navê zarokên li wir pirsî, hat gotin ku tenê girtiyek li nexweşxaneyê heye û bûyerek wiha çênebûye û ew girtî jî ji ber êşa zik anîne nexweşxaneyê.   Ez ji vir bang li dewletê dikim, me bişînin cem zarokên me. Hefteyek me qediya. Em nikarin bixwin, em nikarin razên. Me zarokên xwe ji bo ku dewlet îşkencê li wan bike mezin nekirine."
 
'Girtiyan got êrîş heye rêveberiyê got tuştek tune ye'
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî got ku di 6'ê mehê de li Girtîgeha Sîlîvriye gardiyan sîleh li girtiyekî xistiye û li ser vê bûyer derketiye. Zuleyha wiha bahsa bûyerê kir, "Piştî niqaşê komek ji 5-6 girtiyan dibin cihekî din û li wir îşkence li wan tê kirin. Roja înê agahî dan me ku hinek ji girtiyan rakirine nexweşxaneyê. Piştî vê bûyerê me jî telefonî rêveberiya girtîgehê kir û hat gotin ku tiştekî wiha nebûye. Lê girtiyên ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn, gotin ku îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin, berbi întîharê ve hatine birin, rîhên wan hatine kurkirin û bi pihînan îşkence li wan hatiye kirin. Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevkifê vê yekê red dike, lê di 8'ê mehê de li malbata Ferhan Yilmaz digerin û dibêjin ku lawê we li nexweşxaneyê di bin lênêrtina giran de ye û piştî wê jî Ferhan jiyana xwe ji dest dide.” 
 
Herwiha Zuleyha diyar kir ku malbatên girtiyên din jî nikarin bi zarokên xwe re têkiliyê daynin û divê ku di rewşeke wiha de malbata bikaribin bi zarokên xwe re hevdtîinê bikin. Zuleyha wiha dirjê da gotina xwe, "Di axaftinên telefonê de zarok dibêjin 'Me xilas bikin yan wê me bikujin yan jî em ê xwe bikujin'. Ev bûyer di rastiyê de parçeyek ji tiştên ku li girtîgehê bi tevahî qewimîne ye. Bûyer di nav girtiyan de pêk hatiye û bandor li ser hemûyan çêbûye. Bi gotineke din îdiayên giran hene ku li hemû girtiyan întîharê ferz dikin. Hevokên wekî 'We dîsa xwe nekuşt?' Vedat Erkmen, Garîbe Gezer, şert û mercên întîxarê çi bûn, çima bi darê zorê hatin întîxarkirin, ev yek nehat lêkolînkirin û dewletê lêpirsîn girt. Niha jî di nava girtiyên edlî de bûyerek bi vî rengî diqewime û em bi fikar in ku ev bûyer were nixumandin û siyaseta bêcezakirinê careke din bê hilbijartin."
 
Heyet hat şandin
 
Zuleya diyar kir ku siyaseteke dijminan tiye li hemberî girtiyan tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ne tenê girtiyên siyasî êdî li ger girtiyên edlî jî heman pêkanîna îşkenceyê heye. Girtî êdî dikin hawar û dibêjin me rizgar bikin.  Divê Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Cezayê demildest midaxale bikin. Bi derewan meriv nikare rizgar bibe. Berpirsiyarê her bûyera ku li girtîgehên wan biqewime ew in. Divê bûyerê lêkolîn bikin û berpirsan ceza bikin."