Jina ku ji polîsan lêdan xwar: Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin

  • 09:13 13 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de Behiye Dalmiş a 50 salî ku ji aliyê polîsan ve lêdan xwar, anî ziman ku polîs sê peynan lê daye û got: “Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bêdeng nabin."
 
Polîsan di 11'ê nîsanê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê û bi ser gelek malan de girtibû. Di encama serdegirtinan de derî û pace hatin şikandin û 9 kes hat binçavkirin. Ji 9 kesên hatin binçavkirin yek jê Burhan Dalmiş e. Di dema serdegirtina malê de polîsan dayika wî ya 50 salî Behiye Dalmiş xist. 
 
Behiye, derbarê rewşa ku hat jiyîn de ji ajansa me re axivî.  
 
‘Deriyê me hat şikandin’
 
Behiye, da zanîn ku polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala wan de girt û deriyê malê şikandin û got: “Polîsan deriyê têketinê ya avahiya me dan û min got bisekinin ez ê derî vekim. Min dît bi carekî de derî şikandin û ketin avahiyê. Derî ji cihê xwe derket. Ketin avahiyê û behsa kurê min kirin, min jî got li qatê jorê ye. Piştre derketin jorê û derî şikandin. Ji ber ku li malê zarok hebûn, ji bo ku netirsin min got ez ê bîbim mala xwe û ez jî çûm jor.”
 
Polîs 3 pehînan Behiyeyê xist 
 
Behiye, diyar kir ku xwest bikeve mala kurê xwe û tîmên taybet destûrê nedane û wiha domand: “Li ber deriyê mala min, min dan sekinandin û nehîştin ez biçim hûndir. Piştre polîs du peynan di pişta min û peynek jî ji zikê min dan. Min bertek nîşan da û got tu çima li min didî. Piştre ji min re gotin ‘Qedexeye tu nikarî bikevî hûndir.’ Dema min dan pişt û zikê min êşiya. Di vê temenê xwe de min jî polîsan lêdan xwar. Min ji dema polîs re got ‘Ez jî temenê dayika te de me, çima vê tiştê dikî’ û ew bi tenê bê deng ma.”
 
‘Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin’
 
Behiye, destnîşan kir ku di dema lêgerîna malê de alavanê di nava malê de belav kirin û wiha bi lêv kir: “Zarok di malê de tirsiyan. Nêzî du saetan di malê de lêgerîn kirin û piştre jî kure min birin. Ji ber ku em kurd in ev zilm li me tê kirin. Ji bo ku em kurd tunebin vê hovîtiyê li ser me dikin. Li dijî vê zilmê em tu carî bêdeng namînin. Em dixwazin ev zilma li ser me kurdan bi dawî be. Kurdan çi kiriye ku vê tiştê li me dikin? Em tu carî neheqiyê qebûl nakin. Li hember vê zilmê em ê tim serê xwe bilind bikin. Daxwaza me bi tenê ew e ku ev zilm bi dawî be.”
 
‘Ew çi dikin bila bikin em ê bêdeng nebînin’
 
Behiye, dawiyê de wiha got: “Min serlêdana sûc nekir. Ji ber ku em her çiqasî serlêdana sûc dikin jî bê encam dimîmen. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bêdeng nebînin.”