'Ji ber kurdî qedexe ye nikarim bi lawê xwe re hevdîtinê bikim'

  • 09:07 13 Nîsan 2022
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
DÎLOK - Girtiyê nexweş Ercan Aras ê ku li Girtîgeha Yozgatê tê girtin 17 meh in di yek hucreyê de tê girtin. Dayika Ercan  Kamîle Aras got, "Lawê min nexweş e û tê sirgûnkirin.  Dixwazim pê re bi telefonê biaxivim lê dema bi kurdî diaxivim wê demê jî telefon li rûyê me tê girtin. Ev zilm e."
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û her roj bi binpêkirinek nû ya mafan re  çavên xwe li rojê vedikin. Girtîyên ku li dijî wan binpêkirinan derdikevin jî dixin yek hucreyan. Yek ji wan girtiyan jî Ercan Aras e ku li girtîgeha Yozgatê ya Tîpa E de girtî ye. Malbata Ercan a ku bi kurdî axviye ji ber axaftina bi kurd telefon li rûyê wan hatiye girtin û axaftin bi kurdî li wan hatiye qedexekirin.  
 
’17 meh in di yek hucreyê de tê girtin’
 
Dayika Ercan, Kamîle Aras daxuyand ku Ercan ji sala 2017’an de girtî ye û di yek hucreyê de tê ragirtin. Kamîle diyar kir ku li Ercan cezayê muebetê yê girankirî hatiye birîn û wiha axivî: “Lawê min 6 sal in girtî ye. Berê li girtîgeha Hatayê girtî bû û li wir jî di yek hucreyê de dihat girtin. Piştre sirgûnî Yozgatê hate kirin û bi mehan e di yek hucreyê de ye. Nahêlin ku bi tu kesî re biaxive û hatiye tecrîdkirin.  
 
‘Nahêlin em pê re bi kurdî biaxivin’
 
Kamîle destnîşan kir ku nahêlin bi lawê xwe re bi kurdî biaxivin û bertek nîşanê ew nêzikatiyê da: “Gava em bi rêya telefonê pê re kurdî diaxivin telefon li rûyê me tê girtin. Nahêlin em bi zimanê xwe pê re biaxivin. Ez tirkî nizanim. Ji ber vê 3 meh in nikarim bi lawê xwe re biaivim. Êdî ji ber lawê xwe xew nakeve çavên min,  nikarim xwarinê jî bixwim. Ev çi zilm e li me dikin? Ez 4 sal in nikarim wî bibînim û 3 meh in jî nikarim pê re bi awayekî durîstkirî biaxivim. Roja sêşemê em pê re aivîn lê piştî 8 Deqe telefon hate girtin. Roja înê jî min jê re bi kurdî got “lawê min tu çawa yî” û piştre telefon hate girtin.”
 
‘Bavê wî heta Yozgatê çû û bêyî dîtina wî vegeriya’
 
Kamîle, anî ziman ku derfetên wan ji ber ku dûre biçin hevdîtina vekirî tune ye û bilêv kir ku ji bo malbat girtiyên xwe nebinin girtiyan sirgûnê bajarên dûr dikin. Kamîle, wiha axivî: “Xwarinê nadin wan, lawê min li wir heliyaye. Ew 4 meh in çay jî nikare vexwe.  Ew sirgûnê Yozgatê kirin lê em nikarin biçin gel wî. Îmkanên me ne guncav in. Herî dawî bavê wî çû ji bo hevdîtinê, rojek di rê de ma. Lê gava gihişt wê derê gotin hevdîtin tune ye.”
 
‘Em ji bo rewşa wan bêdeng nemînin’
 
Kamîle diyar kir ku Ercan, yek ji girtîyek nexweş e û rewşa wî her diçe ber bi xirabûnê ve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em morale didin wan ku ew baş bibin. Ji deste me tiştek nayê lê em gelek li ber dikevin. Çend caran ket greva birçîbûnê.  Loma xweparastina laşe wî qels e û gelek nexweşîn pê re peyda bûne. Bawesîr pê re heye. Lawê min bi mehan e di yek hucreyê de ez çawa li cihê xwe rehet bisekinim.  Em ji bo girtiyên xwe gelek ditirsin. Girtî yek bi yek di yek hucreyan de dimirin. Girtîgeh êdî veguherîna cihê mirinê. Doza zarokên me doza me ye. Divê em hemû xwedî li girtiyên xwe derkevin û li hemberî rewşa wan bêdeng neminin.”