ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 13 Nîsan 2022
  • Rojev
 
* Nîştecihên taxa Ben û Senê, bal kişandin ser meha Remezanê û diyar kirin ku ji ber qeyranê nikarin sifreyeke baş a fitarê daynîn û gotin: "Êdî şûnde ne mehekî em ê 12 mehan birçî bimînin. Qedehek çay jî li ser milê me bûye bar." BI DÎMEN 
 
* Jinên tevlî Kongreya Navendî ya Enqereyê ya HDP’ê bûn diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û girtiyên nexweş demildest bên berdan. BI DÎMEN 
 
*Jinên navçeya Şêrewaya Efrînê bertek nîşanî ambargoyê dan û gotin: "Ji ber ambargoyê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin, lê belê divê bê zanîn ku bênan û bêav jiyan dibe lê bê ax jiyan nabe.  BI DÎMEN
 
*Girtiyê nexweş Ercan Aras ê ku li Girtîgeha Yozgatê tê girtin 17 meh in di yek hucreyê de tê girtin. Dayika Ercan  Kamîle Aras got, "Lwê min nexweş e û tê sirgûnkirin.  Dixwazim pê re bi telefonê biaxivim lê dema bi kurdî diaxivim wê demê jî telefon li rûyê me tê girtin. Ev zilm e em ê." BI DÎMEN
 
*Endama Platforma Jinan a Wanê Zozan Ozgokçe û endama Komeleya Jinan a STAR'ê Sevgîn Ozdînç balkişandin ser rewşa Aysel Tugluk û diyar kirin ku nêzîkatiya li hemberî wê hiqûqa dijminantiyê ye û banga piştevaniyê li her kesî kirin. DÎMEN HEYE
 
*Piştî serdegirtinê, welatiyên Cizîrê li pêşiya HDP’ê dest bi nobetê kirin. Jinên ku tevlî nobetê bûn gotin: "Em ê heta dawiyê xwedî li partiya xwe derkevin. Berxwedana me dê heta dawiyê dê bidome.” BI DÎMEN 
 
* Li Cizîrê di serdegirtina malan de Behiye Dalmiş a 50 salî ku ji aliyê polîsan ve lêdan xwar, anî ziman ku polîs sê peynan lê daye û got: “Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bêdeng nabin."
 
*Heyeta ku ji Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz Kaya, Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî û endamê MYK’ê Velî Saçilik pêk tê, dê di serdegirtina malan de kesên hatin binçavkirin serdana malbatên wan bikin. (15.00)
 
*Di pêşengiya HDP'ê de heyetek ku ji parlamenteran pêk tê dê serdana malbatên ku di serdegirtinên malan de xizmên wan hatine binçavkirin bike.  (15.00)
 
*Heyeta HDP'ê dê biçe serdana esnafan. (17.00)