Li Mexmûrê li dijî tecrîdê daxuyanî hat dayîn

  • 12:00 12 Nîsan 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Gel a Mexmûrê, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: "Em bang li jin, ciwan û kurdên azadîxwez dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn pêwiste."
 
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê), derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyona leşkerî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Gel Filîz Budak ve hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ev bi qasi salekê ye derî yê zindana Îmrali nehatiye vekirin bi tu şêwazi  agahî ji Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ne hatye giritin. Heri dawî berî ya salekî bi rêya telefonê bi çend deqeyeki hevditina hat kirin, heya îro bi tu şêwazi agahî jê nayê girtin. Tecrid û îzolasyona li Îmrali tê meşandin û pergala îşkencê ya ku tê meşandin li ber çavê hemû dinê pêk tê. Hemû hêz û tevgerên ku dibêjin em xwedî li mafê parastina mirovan û parastina girtiyan derdikevin  li ber çavê wan kiryarên li Îmraliyê tê kirin û bê deng diminin. Pergala Îmralî vegeraya pergala îşkenceya daimi ev 23 sal in ev pergala îşkenceyê bi awayeki herî dîjwar û bê exlane li ser îradeya bi milyonan mirovan tê meşandin. Ev li pêş çavê dinê bê rumetiyeke ku yên ku ji viya re bê deng diminin. Rêber Apo  îradeya bi milyonan e, dengê pergalekiye. Birdoziya ku li seran serê cihanê ji aliyê jin, ciwan, hêzen enternasyonal û gelên azadîxwez ve tê pêjirandin. Ev birdoziya ku xwedî li paradigmayeyê bûye alternatîfê pergala desthilatdar. 
 
Îxaneta navxweyî didome 
 
Ji bo ku ev pergal neyê jiyan kirin li seran serî cîhanê ev pergala îşkencê ya Îmraliyê dane destpêkirin. Ji bo şikandina  vê tecridê gelê me gerilayên tevgera azadiyê Kurdistanê bi şev û roj di nava têkoşin û berxwedaniyeke bê hempa de ne. Ligel pergala Îmrali tê giran kirin, di vê sedsalê de ji bo vindakirina Gelê Kurd îxaneta navxweyî ji aliyê hêzên PDK’ê ve malbata Barzanî ve tê meşandin. Li başurê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û kurdê azad tê meşandin hed û hesabê xwe derbaz kiriye. Îro  êrişên li ser başurê Kurdistanê tên meşandin baregehên dewleta Tirkiyê yên ku li Başûr tên avakirin û di vê sedsalê de ji bo careke din Gelê Kurd bide windakirin şer û ixaneteke bê hempa dide meşandin. 
 
Li hemberî yekitiya neteweyî bûn asteng
 
Ji vir şunde şêrê ku bi hevkariya mala Barzan û dewleta Tirkiyê were rudan em wek şerê birakujî nagirin dest ji ber ku dema ku mala Barzan ne karibû bi pêşmergeyan li hemberî Tevgera Azadiyê şer bide destpêkirin hêzên weke zêrevan û hêzen roj dan avakirin. Ji bo ve şerê ku li başûr û li hemberî Tevgera Azadiyê were kirin ne şerê bira kujiyêye şerê ku bi îxanetê ye. Çawa ku Dewleta Tirk serkeftina xwe di tunekirina Tevgera Azadiyê de dibine hevkarê we PDK’ê jî vê dibine. Ji ber vê yekê pêwiste her kes baş bizanibe derdekê vê malbatê ya Kurdistanek azad nîne. Kurdistaneke serbixwe avakirina netewa kurd nîne. Derdê mala Barzanî mulke. Hevkariya rol û misyon dîrokê ya ji bo vê malbatê hatî dayîn îxanet e. Nehiştin yekitiya netewa kurd avabibe. Lie li ser vê esasî pêwiste Gelê Kurd li hemû deveran berteka xwe li hemberi dagirkeriya li hemberî başûr tê hedefgirtiin were pêk anin.
 
Têkane rê têkoşîn e 
 
Em bang li Gelê Kurd, li gelên azadîxwaz, jin û ciwanan dikin ku; ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo rawestandina dagirkeriya li Kurdistanê, Ji bo hemleya dem dema azadiyê, dem dema şikandina pergala Îmraliyê û dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ku di Kurdistaneke azade bijî, yekane rêya ku me bibe serkeftinê jî şerê şoregerî ya gel û têkoşîn e."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bimre îxanet" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.