Cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê li gorî usul û qanûnê hat dîtin

  • 10:00 12 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê îtîraza Buroya Hiqûqê ya Asrinê red kir û biryara Dadgeriya Înfazê li gorî qanûn û usulê dît. Serlêdana din ya bi daxwaza mînaka dosya dîsîplîn û rakirina cezayê dîsîplînê bê rakirin, li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatibû kirin jî bi hinceta teqezbûna cezayê dîsîplîn û ewlehiya cemawerî hat redkirin.
 
Li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye, ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve di 28’ê Adarê de qedexeya hevdîtina malbatê ya sê mehan hat dayîn û teqez bû. Li dijî vê Buroya Hiqûqê ya Asrin serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê û serî li Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê da.
 
Di 29’ê adarê de bersiv hatibû dayin
 
Qedexeya di tebaxa 2021’ê de ji bo hevdîtina mablatê hatibû dayîn di 18’ê Mijdara 2021’ê de bidawî bibû. Tevî bidawî bû serlêdanên malbatên bê bersiv man û parêzeran ji ber vê di 28’ê Adarê de serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê dan û dadgeriyê di bersiva 29’ê Adarê da  bi hinceta cezayê dîsîplînê yê nû red kiribû. 
 
Parêzeran îtîraz kir
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin piştî vê li dijî biryara dadgeriya înfazê di 1’ê nîsanê de serlêdana îtîrazê li Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê dan. Her wiha parêzeran bi daxwaza mînaka aliyên dosyaya dîsîplînê û rakirina cezayê dîsîplînê jî serlêdan kirin.
 
Dîsa hat redkirin
 
Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê di 4’ê Nîsanê de bersiv da. Di vê bersiva di 8’ê Adarê ji parêzeran re hat teblîgkirin de hat gotin ku di biryara dadgeriya înfazê de tiştekî li dijî usul û qanûnê tune û îtîraz red kirin.
 
Parêzer wê biryarê bibin DDB’ê
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê wê der barê biryara ku dadgeha Cezaya Giran a Bursayê daye biçin Dadgeha Destura Bingehîn (DDB).
 
Bi hinceta tehdîda ewlehiya cemawerî hat redkirin
 
Li aliyê din Dadgeriya Înfaza Bursayê serlêdana parêzeran a di 4’ê Nîsanê de bi armanca cezayê dîsîplînê bê rakirin û mînaka dosyayê bê dayîn kiribûn jî bi hinceta elehiya cemawerî dikeve xetereyê red kiribû. 
 
Li ser vê parêzeran li Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê îtîraz kirin. Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kirin ku  ji biryara dîsîplînê ya 3’yê sibatê hatiye dayîn de di 29’ê Adarê de bi serlêdana dadgeriyê agahdar bûne. Her wiha parêzeran daxwaznameyê de diyar kirin ku tevlibûna parêzeran a pêvajoyên îtîrazê tê astengkirin.
 
Ji krîterên qanûnê dûr e
 
Parêzeran her wiha destnîşan kirin ku parêzer der barê cezayên dîsîplînê yên tên dayîn de ne xwedî agahî ne û biryar ne zelalin û tu eleqeya vê bi krîterên qanûnîbûnê tune. parêzeran di serlêdanê de balkişandin ser raporên CPT û got cezayên dîsîplînê yên sîstematîk bûne binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.