'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 115 roj in didome

  • 15:15 11 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê di roja 115'emîn de didome. Di çalakiya îro de malbatan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê 115 roj in didome. Malbatên ku tevlî çalakiyê dibin bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Di çalakiya îro de dayik û bavê Rojhat Aydin ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî ye Hamî û Muhammed Aydin cih girt. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Westana Wanê serdana nobetê kirin. 
 
Di serdanê de hevserokê berê ya HDP'ê ya Westanê Nevzat Altindag axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Divê hiqûq ne li gorî kesan be, lê li gorî kesan muamele tê kirin. Tehliyenekirina girtiyên ku cezayên wan xilasbûyî tê wateya bêhiqûqiyê. Dayik li dijî binpêkirina mafên girtiyan têdikoşin."
 
Nevzat, diyar kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û got: "Tecrîd sûc e û li dijî mirovatiyê pêk tê. Em ê her tim li dijî tecrîdê derkevin. Li girtîgehan girtiyên nexweş hene. Bi raporên ATK’ê girtî nayên berdan. Piştî ku girtî jiyana xwe ji dest didin ji girtîgehan bi tabûtan tên derxistin. Em vê şermezar dikin. Hiqûq hatiye binpêkirin. Li cihê ku hiqûq tunebe li vir heq jî tuneye."