'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 399 roj in didome

  • 13:44 11 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 399’emîn de didome û îro malbatê daxwaza heq, hiqûq û edaletê kir. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 399’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe wek her roj li ber edliyeyê rûniştin û nobeda xwe dan destpêkirin. 
 
Ferît Şenyaşar derbarê nobeda digirin de axivî û bi bîr xist ku nobeda wan li gel hemû zilma li wan tê kirin jî didome. Ferît diyar kir ku îro salvegera 102’yemîn a “rizgariya” bajarê Rihayê ye û wiha got: “Rayedar îro peyaman belav dikin û vê rojê pîroz dikin. Niha em di sedsala 21’emîn de ne. Qesra Edliyê ya Rihayê di warê bêhiqûqiyan de ketiye rewşa paytextiyê. Salek Qesra Edliyê ya Rihayê di rojeva Meclisê û Tirkiyeyê de ye. Ez ji vir carek din bang li rayedaran dikim. Tirkiye hemû li vê neheqiyê temaşe dike. Rihayê temaşe dike. Ev neheqî ji bo Rihayê deqeyek reş e. Bila dewlet were ji dayê lêborînê bixwaze û daxwaza heq, hiqûq û edaletê bi cih were. Bila vê deqa reş li Rihayê ji holê were rakirin.”