Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 13:21 11 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Uveyş Ocalan, dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di salvegera mirina xwe ya 29’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera mirina xwe ya 29’emîn de li ser gora xwe ya li gundê Amara yê navçeya Xelfetiya Rihayê hat bibîranîn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navçeya Xelfetiyê û navenda bajar û gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Bi ser mirina dayika Uveyş de 29 sal derbas bûn. Dayika Uveyş jî weke bi hezaran dayika bi hesreta zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Em di kesayeta dayika Uveyş de bi hezaran dayikên xwe bi bîr tînin. Dayika Uveyş berxwedêr bû tu caran serî netewand. Sekna wê herî zêde bandor li kurê wê birêz Abdûllah Ocalan kir. Birêz Ocalan got ku ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Wê seknê hêz da hemû jinan. Êdî jin li her derê civakê pêşengtiyê dikin. Jinan li Rojava şoreş pêk anîn. Ev bi bandora dayika Uveyş a ser birêz Ocalan derket holê. Em dayikê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Jinan piştî axaftinê qûrnefîl danîn ser gorê. Dûre kesên tevlî bîranînê bûn çûn serdana xwişk û birayên Abdullah Ocalan, Mehmet û Fatma Ocalan ên li Amarayê dijîn.