Derî û paceyên avahiya HDP’ê ya Cizîrê hatin şikandin
- 10:40 11 Nîsan 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Cizîrê de derî û pace hatin şikandin.
Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê de girt. Lêgerîna ku serê sibehê dest pê kir, piştî çend saetan bi dawî bû. Di serdegirtina avahiya HDP’ê de derî û pace hatin şikandin û her wiha bi teniya sobê derî, pace û eşyayan reş kirin. Her wiha çarçoveya wêneya Denîz Poyraz jî hat şikandin.
Ji aliyekî din jî polîsan bi ser gelek malan de girt û di serda girtinê de Esmer Çikmaz, Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart, Maruf Elîş, Osman Kuçuk, Şerîf Elçîoglu, Ahmet Benzer, Haci Dalmiş û Zelîha Yardak hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn, kesên hatin binçankirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Hat diyarkirin ku hejmara binçavkirinan dê zêde bibe.