Meclisa Îştar: Di serî de Aysel û bila hemû girtiyên nexweş bên berdan

  • 17:34 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
MEXMUR - Ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş  li wargeha Şehid Rustem Cudî (mexmur), Meclisa Îştar daxyaniya da.
 
Li Wargeha Şehid Rustem Cudî ji bo balkişandina li ser rewşa Aysel Tugluk û girtiyên nexweş û her wiha bê edaletiya li zindanan de li dijî girtiyên siyasî tê kirin, Meclisa Îştar li Mêexmûrê daxyaniyek da çapemeniyê, daxyanî ji aliyê endama Koordinasuna Meclisa Îştar Pakistan Bilen ve hat xwendin. Daxyani bi rêzgirtina ji bo kesên ku di zindana de hatin qetilkirin des pê kir. Pakistan  di serî de bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “ Her roj cenazeyek ji girtingehan derdikeve, ev bê edaletiye li hemberî girtiyên siyasî ye.”
 
Pakistan Bilen axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Siyasetmedara me Aysel Tugluk ku bi mihane bi nexweşiyeke giran e. Ruxmê vê nexweşiya xwe ya heyî ji bi mahane di nava berxwedaniyekê de li zindanên Tirkye jiyana xwe berdewam dike. Li ruhmî raporên wê yên 'Nikare di girtîgehê de bimîne' jî Ayselê nayê berdan."
 
Pakistan got ku her roj cenazeyê girtiyan ji girtîgehan derdikevin û girtiyên nexweş jiyan xwe di bin qedexeya de ji dest didin. Rojane mafê wan yê hevditin û bi telefunê axiftinê tê qutkirin. Rojane rastî îşkenceyên fizikî û deroni tên, di zindana de tên qetilkirin. Ev ji di de xuyakirin ku êdî ev dewleta xunmij ya heyî tu sinuran nasnake, ji derveyî berjewendiyên xwe tiştekê nabîne û girtiyên siyasî îşkence dike. Di encama van buyerên ku li zindnan tên kirin de herî dawî girtiyê nexweş yê bi navê Mehmed Sevinc di girtingehê de hate qetilkirin. Me bi çavên xwe dit ku dewleta tirk êdî ji ol û baweriya civakê dur ketiye, êdî nahêlin kesên ku qetil kirine li mizgeftan ji werin şoştin, ev bê exlaqî ye. Divê em li hembera van kiryaran bêdeng nemînin.”
 
Di dawiya axiftina xwe Pakistan Bilen bang li Gelê Kurd kir û wiha got: “ ji îro û şunde li hemberî van êrişên ku hem di girtingeha de hem ji li derve li ser gelê me tên kirin bi taybet jin û ciwan divê bêdeng nemin, bikaribin tekoşînek hin zêdetir bidin meşandin,  Em bang dikin û dibêjin di serî de Aysel Tugluk bila hemû girtiyên nexweş bên berdan."
 
Daxyanî bi durşmên: “Biji berxwedana zindan", "Bê serok jiyan nabe” bi dawî bu.