'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 393 roj in didome

  • 13:39 5 Nîsan 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 393 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Li Rihayê zilma dadgeriyê di meha Remezanê de jî dewam dike. Heta ku ev zîhniyet biguhere em ê têbikoşin."
 
Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê 14'ê hezîrana 2018'an ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Haîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda xwe ya edaletê dewam dike. Îro roja 393'yan a çalakiyê bû, lê belê Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nekarî amade be. Çalakî ji aliyê Ferît Şenyaşar ve hate dewamkirin.
 
Li ser hesabê medya dîjîtal a Malbata Şenyaşar de ev daxuyanî hate da:"Li Rihayê zilma dadgeriyê meha Remezanê jî dewam dike. Heta ku zîhniyeta ku serweran diparêze bê guhertin têkoşîna me wê dewam bike."