Li Sine rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

  • 15:08 2 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi çandina şitlên daran, hat pîrozkirin.
 
Li seranserê Kurdistan û Ewropayê bi çalakiyên cûr bi cûr, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tê pîrozkirin. Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî, bi tevlîbûna dehan welatiyan, rojbûna Abdullah Ocalan, bi çandina şitlên daran hat pîrozkirin.
 
Welatiyan wêneyên Abdullah Ocalan hildan û dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman. Piştî dar hatin çandin, welatiyan bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" qêriyan.