Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyan tê xwarin

  • 16:25 1 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan ambargoyê pêk tîne û gefan li girtiyan dixwe.
 
Li ser navê Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li girtîgehê serdegirtinên sîstematîk tê kirin, name tên desteserkirin û gef li girtiyan tê xwarin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Di demên dawîn de her lêgerîn wekî serdegirtinê tê kirin, sê katê hejmara me gardiyan tevlî lêgerînê dibin, li nava TV û sarincan tên nihêrin, rêveberî gefê li me dixwe.
 
Dema ku me xwest em vê rewşê ragihînin ji HDP, CHP, OHD û ÎHD’ê jî name û faks hatin desteserkirin. Ji bo ku ev rewş dernekeve derve rêveberiya girtîgehê ambargoyê pêk tîne.
 
Di 1’ê Adarê de hevalek me bi hinceta ku ‘Divê tu tevlî SEGBÎS’ê bibî’ wê bi biryara midûrê duyemîn û sergardiyan ji qawîşê dibin bi îstîxbaratê (Jinek û mêrek) hevdîtinê pê didin kirin. Hevala me dema ku rewşê fêm dike, dixwaze derkeve lê îstîxbarat ji ser malbat û dosyeyê gefan li hevala me dixwe. 
 
Me giliyê vî tiştî li dozgeriyê kir lê rêveberiyê ev tişt desteser kir. Hevala me hevaleke 20 salî ye û ciwan e. Di demên dawîn de li zindanan dixwazin ciwanan bixînin. Li hemberî vê polîtîkayê helwesta me zelal e.”