Ayşe Acar Başaran ji bo tifaqa jinan bang kir

  • 13:15 1 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bang li hemû jinan kir û got “Werin em bi hev re li ser aştî, tifaq û hevgirtina jinan biaxivin.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li navnenda giştî ya partiya xwe di civîna çapemeniyê de rojev nirxand.
 
Ayşe di civînê de wiha axivî: "Li qadên Newrozê peyama ‘Navnîşana çareseriya doza Kurdan a bi rêya demokratîk û aştiyê Îmrali û rêzdar Ocalan e’ hatiye dayîn.
 
Divê niha her kes careke din kumê xwe deyne ber xwe û plansaziya dema pêş bike. Gelê me berpirsyariyeke mezin da me. Peyamên herî girîng ên di Newroz û 8’ê Adarê de tecrîd û rewşa li girtîgehan bû. Hate xwestin ku divê polîtîkaya tecrîdê were qedandin û rêzdar Ocalan bi rihetî karibe fikrên xwe ragihîne ji civakê re. Di heman demê de em diyar dikin ku desthilatdarî berpirsê mirinên li girtîgehan e. Bi tenê hefteya borî du cenaze ji girtîgehan derket. Divê vê polîtîkaya dijminane ya li ser girtiyên nexweş were bidawîkirin.”
 
Bi tenê di 2 mehên ên sala 2022’yan de 49 jin ji ber şîddeta mêran hatin kuştin. Em dizanin ku ew ji ber şîddeta mêran jiyana xwe ji dest didin. Di 3 mehên dawîn de 8 jin ‘ji balkonê ketine û jiyana xwe ji dest dane’. Desthilatdarî ji dêvila ku hinek qanûnan dike divê Peymana Stenbolê têxe meriyetê.  Ji ber ku saziyên darizandinê mêran teşwîq dike. Li ser jinan tê ferzkirin ku jin li hemberî vî tiştî bêdeng bimînin û li gorî wê maqûl tevbigerin. Me berê jî gelek caran diyar kir ku em vê jiyanê tu carî qebûl nakin.
 
Em bang li hemû jinan dikin, werin em bi hev re li ser aştî, tifaq û hevgirtina jinan biaxivin. Me di 8’ê Adarê de slogan û tilîliyên xwe kirin yek û em bi ser ketin. Em hêvîdar in di demên pêş de, em ê li zemînên berfireh li hev bicivin.Ez careke din diyar dikim, em Meclîsa Jinan a HDP’ê hay ji berpirsyariya xwe hene. Ji bo geşkirina têkoşîna jinan û hilweşandina van rejîman, em ê her cure berpirsyariyê werbigirin. Em bawer in wê têkoşîna hevpar a jinan û tifaqa jinan wê li hemberî tifaqên mêr û şeran bi ser bikevin.”