Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê: Rêgeza beyana jinê esas e çi ye?

  • 12:30 1 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara 35'emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Rêgeza beyana jinê esas e çi ye?" derket. 
 
Hejmara 35'emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojan carekê derdikeve bi manşeta "Rêgeza beyana jinê esas e çi ye?" derket. Di hejmara nû de Aynur Cengiz, Hulya Osmanagaoglu, Mizgîn Aksu û Ozge Akyuz pirsên Rêgeza beyana jinê esas e çi ye, ne çi ye bersivandin. Rojnameger Heval Aslan bi nivîsa xwe ya bi sernava "Hedef zarokên kurd in" bal kişand ser êrişa nîjadperest a li ser zarokan. 
Hicran Urun bi serenava "Hûn Hefse Xanê Naqip dizanin?" bal kişand ser bal kişand ser çîroka Hefse Xanê Naqip.