Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Stenbolê di hefteya duyem de ye

  • 15:06 31 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li ber Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin di hefteya duyem de ye. Qeymeqemtiya Kagithaneyê nobet "bi fikar" dît û qedexe kir. 
 
Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibin li ber Edliyeya Stenbolê dest bi nobeda edaletê kiribûn. Nobet di hefteya duyem de didome. Berî nobedê polîsan ber edliyeyê dorpêç kirin. Xizma girtiyan Fince Akman ji bo beşdarî çalakiyê bibe hatibû ber edliyeyê lê belê bi hinceta dibe ku daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 
 
Hat zanîn Qeymeqamtiya Navçeya Kagithaneyê ji bo dema 15 rojan her cure çalakî û daxuyaniyê bi hêceta "ewlehiyê" qedexe kiriye. 
 
Piştî çend saetan ku derbarê Fincê Akman girtek hat amadekirin, hat berdan. Gelek malbat û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê tevli çalakiyê bûn. Tevî astengiyan jî malbat demek li ber edliyê sekinîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.