TSK'ê gef li gundiyên Bradostê xwarin

  • 11:50 31 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên li herêma Brdostê ketin 4 gundan gef li gundiyan xwarin.
 
Hat diyarkirin ku leşker qetine 4 gundên li qada Bradostê ya Hewlêra Herêma Kurdistana Federe û gef li gundiyan xwarine. Li gor nûçeya Rojnewsê îro danê sibehê hejmarek leşkerên artêşa tirk ketine gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên ser bi bajaroka Sîdekan a ser bi Soran a Hewlêrê ku dikevin herêma Biradostê. Leşkerên tirk li gel şêniyên wan gundan civiyane.
 
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmara leşkeran nêzî 100 kesane û niha di nava wan gundan de digerin û li gel şêniyên gund diaxivin.
 
Li gorî heman çavkaniyan, leşkerên tirk gef li şêniyên wan gundan xwarine ku nabe li wan herêma metirsî li ser baregehên wan çêbibe.
 
Heta amadekirina vê nûçeyê jî leşker di nava wan gundan digeriyan û  gund hatibûn dorpêçkirin.
 
Artêşa tirk li Herêma Kurdistanê nêziktirî 40 baregehên leşkerî ava kiriye. Tevî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye, lê hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê bê deng in.