Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
- 11:46 31 Adar 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Li Stewrê bi serdegirtina cendermeyê de 6 kes hatin binçavkirin.
Li gundên Evîna û Cilînê yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê, cendermeyê serê sibehê avêtin ser malan.
Di serdegirtinê de Gûrbet Aslan, Îbrahîm Aslan, Esat Aras, Yîgît Evrensel, Recep Tûran û Şukran Guler hatin binçavkirin.
6 kesên ku bi hinceta pîrozbahiya Newrozê ya 20'ê Adarê ya li Stewrê hatin binçavkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Stewrê.