Sînem Dînçer a hat îdakirin 'întîhar' kiriye jiyana xwe ji dest da

  • 09:57 31 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Sînem Dînçer a ku li Bêgirê hatibû îdakirin "întîhar" kirye û bi giranî birîndar rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Bêgirê ya Wanê di 27'ê Adarê de hatibû îdakirin ku Sînem Dînçer (24) "întîhar" kiriye û ew bi giranî birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dursûn Odabaşi a Wanê.  Sînem a ku berî bi du roja gotin mirina wê ya mêjî pêk hatiye şeva din li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sînemê ji bo ku bê otopsîkirin rakirin Morga Tipa Edlî ya Yuzuncu Yilê. 
 
Bi lihevkirina malbatan re ew şandibûn cihê lê tundî dihat kirin
 
Hat ragihandin ku Sînemê di temenê biçûk de berî bi 7 salan bi Melîk Dînçer re hatiye zewicandin û ji roja pê re hatiye zewicandin tundî lê kiriye.  Sînem a ku ji ber tumdiya lê dihat kirin gelek caran diçe gel malbata xwe bi rêya lihevkirina malbatan dîsa wê şandine cem Melîk Dînçer ê ku tundî lê dikir.
 
Piştî daxwaza wê ya hevberdanê bi du rojan hat îdakirin 'întîhar' kiriye
 
Sînem a ku ji ber tundiya lê dihat kirin diçe mala dayika xwe, Melîk Dînçer bi ser mala dayika wê de girtiye û hem li Sînemê, hem jî li Dayika wê Yuksel Demîr daye. Ji ber vê ji aliyê Qereqola Bêgirê ve derbarê Melîk Dînçer de ji bo du mehan biryara durxistinê hatibû dayîn. Herwiha hat ragihandin ku li gel biryara dûrxistinê jî gûmanbar Melîk Dînçer bi caran Sînemê bi kuştinê tehdît kiriye. Sînem a ku herî dawî biryara hevberdanê dide, ji ber ku dawiya hefteyê betlane bûye neçûye bi awayê fermî ji bo hevberdanê serî li parêzer nedaye û gûmanbar careke din ew biriye malê. Piştî bi du rojan jî bi îdaya ku Sînemê "întîhar" kiriye wê bi giranî birîndar rakirine nexweşxaneyê. Sînem a ku berê mirina wê ya mêjî pêk hatibû hat ragihandin ku duh evarê jiyana xwe ji dest daye.
 
Piştî ku cenazeyê Sînemê bê otopsîkirin li bendê ye ku bibin li Bêgirê defin bikin.