ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 31 Adar 2022
  • Rojev
 
* Jinên li Şirnexê, bertek nîşanî plansaziya hevpar a Enqerê û Hewlerê dan û gotin: "PDK, bila dijminatiya gelê xwe neke. Îro li dora me be, sibê li dora wî ye. Êdî li dijî xiyanetê yekitiya kurdan hewce dike." BI DÎMEN 
 
*Jinên Efrînî yên koç kirin û niha li Şehbayê dimînin têkildarî roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de axivîn û ev tişt anîn ziman: "Roja 4'ê Nîsanê ji bo me rojek pir pîroz û girîng e, ji ber ku rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Em li pey fikir û felsefa Rêberê xwe ne û em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Sekin û hêza jinê bersiva herî xurt a ji dijimin re." BI DÎMEN 
 
*Di sê mehên dawî de 8 jin ji şaneşînê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Akademîsyen Eylem Umît Atilgan balkişand ser  hiqûqa cezayê û got: “Îfadeyên jinan bê îtîbar dikin naveroka wê vala dikin. Rêbaz û sûcên ku mêr dikin bê ceza tên hiştin. Çanda hiqûqa serdest ya mêr jinê wek qurban davêje holê.”  BI DÎMEN
 
*Endamên meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku ew dixwazin di 4’ê Nîsanê roja 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Amarayê bin û diyar kirin ku bila temenê nû yê Abdullah Ocalan bibe wesîleya aştî û azadiyê. BI DÎMEN 
 
*Emniyetê li malbatê jinên ku tevlî 8’ê Adarê bûne geriyan û gotin ‘keça we tevli 8’ê Adarê bûye agahiya we jê heye?’ Yek ji van jinan Yagmur Demîrel da zanîn ku wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê têbikoşin û got: “Gotinên Sara û Rozayan rê û gotinên me ne. Em tu car dest jê bernadin.” BI DÎMEN