'Li girtîgeha Kiriklarê tundî berdewam dike'

  • 16:38 30 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji xizmên girtiyan Sultan Yagmekan a ku di "Nobeda Edaletê" ya Îzmîrê de axivî, diyar kir ku rêveberî soza dide bi cih nayne û anî ziman ku ger wiha biçe wê girtî dîsa dest bi greva birçbûnê bikin.
 
Ji bo girtiyên nexwe, ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdn û bidawîkirina Tecrîdê malbatan li Baroya Îzmîrê Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Nobed di roja 34'an de berdewam dike.
 
'Rêveberiya Girtîeha Kiriklarê soza xwe bi cih ne anî'
 
Ji xizma girtiyan Sultan Yagmekan diyar kir ku ew di 25'ê Adarê de çûye serdana Abdullah Gunen ê ku wasiyê wê ye û cezayê muebetê lê hatiye birin û got ku Abdullah diyar kiriye ku wan ji ber şert û mercên dijwar ên girtîgehê grev dabûn destpêkirin û di 30'ê Çile de piştî ku sozê wê daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin, lê rêveberiyê soza daye bi cih neaniyê. Sultan wiha berdewam kir, "Listeya daxwaza ku me dabû wan yek daxwaza me jî bi cih neanîn cih. Ger ku hewce bike em ê careke din bikevin çalakiyê."
 
'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê bidawîkirin'
 
Sultan xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û berdewam kir, "Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe. Çima malabta wî pê re hevdîtinê nake?"  Sultan binpêkirinên li hemberî girtiyan jî bi bîr xistin û got, "Kesê tecawizkar û kujer ji girtîgehê hatin berdan. Lê her kesê ku got ez kurd im di girtîgehê de hat hiştin. Em vê qebûl nakin. Hat ku tundiya li ser zarokên me bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Emîne Şenyaşar bi tena xwe ji bo zarokên xwe têkoşînê dide. Em ji bo 'Nobeda Edaletê' banga piştgiriyê dikin û hemû gelê xwe û dayikan silav dikin."