'Nobeta Edaletê' ya li Wanê: Ji bo girtiyan divê em rabin ser piyan

  • 16:07 30 Adar 2022
  • Rojane
WAN - "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 104 roj in li Baroya Wanê didome. Malbatan îro di çalakiyê de banga piştevaniyê kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 104 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Dayika Botan Tîmur ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyê Aslihan Tîmur di nobeta îro de cih girt. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bêgira Wanê serdana nobetê kir. 
 
Hevserokê HDP'ê ya Bêgirê Mehmet Emîn Ulutaş, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Li girtîgehan îşkence heye û her wiha rewşa girtiyên nexweş jî giran e. Çend rapora 'nikarin di girtîgehê de bimîne' tê dayîn jî girtî nayên berdan. Em bêhiqûqiya ku li girtîgehan pêk tê qebûl nakin. Em ê her tim li dijî îşkence û zilmê li ber xwe bidin." 
 
Aslihan jî da zanîn ku bi rêya telefonê kurê xwe Botan re axiviye û wiha bi lêv kir: "Kurê min ji min re got 'Şev nîvê şevê bi ser koguşên me de digirin. Amûrên me tên belavkirin. Penûs û lenûskên me kom dikin û dibin'. Em ev zilma ku li zarokên me tê kirin qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Lê belê li vî welatî edalet nîne. Divê her kes piştevaniya çalakiya me bike. Divê hemû dayik rabin ser piyan û bên cem me. Ez carek din bangewaziya hişyariyê dikim."