Ji bo azadiya fîzikî ya Abdullah Ocalan bangewazî: Em berê xwe bidin Amarayê

  • 13:23 30 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - DTK, DBP, TJA, HDP û MED TUHAD-FED bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û gotin: "Ji bo azadiya birêz Abdullah Oalan em ê di 4’ê Nîsanê de berê xwe bidin Amara yê."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Dmokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) bi wesîleya 73’yemîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya komeleya MED TUHAD-FED'ê daxuyaniyek dan. Hevserokê Giştî yê DTK'ê Bedran Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca û aktivîstên TJA'yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê MED TUHAD-FED ê Zekî Baran ve hate xwendin.
 
Zekî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran yên tecrîdê de ye û wiha berdewamkir: “Girtîgehên Tîpa F yê weke sîstemeke tê meşandin. Tecrîd, îzalasyon, polîtîkayên dijminatiyê, êrişên li ser çand û ziman li Tirkiyê vegeriyaye rêbazek a polîtîkayê."
 
Zekî, destnîşan kir ku Gelê Kurd di Newroza îsal de carek din herikîn qadan û peyama xwe bi awayê herî bihêz dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd bi girseyek mezin herikîn qadên Newerozê û careke din gotin çareseriya pirsgirêka kurd enceq ew ê ji derveyî nîqaşa demokratîk bi rêbazek din neyê çareserkirin. Gelê Kurd Îmraliyê nîşankir. Newroza îsal bû bangewazî. 4’ê Nîsanê jî em ê bi vî rengî pêşwazî bikin. Ji 1’ê Nîsanê heta 10’ê Nîsanê wê çalakiyên me berdewam bikin. Bi taybetî ji bo wateya jiyana nû em ê dar biçînin û ber bi Amarayê ve meş lidarbixin.”
 
‘Em berê xwe bidin Amarayê’
 
Salîha Aydenîz got ji bo azadî û wekhevî pêk were rol û mîsyona Abdullah Ocalan gelek girîng e û wiha berdewamkir: “Em hemû bûn şahidê pêvajoya aştiyê. Me dît ku çareserî pêkane û ew ji encex bi birêz Abdullah Ocalan pêk were. Em cardin dibêjin muhatabê çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn Îmraliyê ye. Lewra kesên ku aştiyê naxwazin di tecrîdê de bi israr in. Lewra di 8'ê Adarê de û di 21'ê Adarê de me dît ku herkes ket ferqa girîngiya Birêz Abdullah Ocalan û bi yek dengî azadiya wî xwestin. Divê dengê gel were bihîstin."
 
Salîha li ser salvegera 73'yemîn ya jidayîkbûna rêberê PKK’ê jî wiha axivî: "4'ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd roja ji nû ve dayikbûne ye. Divê bi vî rihî ji were pêşwazîkirin. Ji ber siyaseta kurd û çaranûsa kurd bi saya birêz Abdullah Ocalan eşkere bû. Di vê 4’ê Nîsanê de jî bila berê me hemû li Amarayê be. Em beşdarî çalakiyan bibin û pîrozbahiya xwe lidarbixin.”
 
‘Roja jinûve dayikbûna kurd e’
 
Bedran Ozturk jî têkildarê pîroznahiyên werin lidarxistin wiha bang kir: “Ji bo Gelê Kurd Newroz çibe 4'ê Nîsanê jî ew e. Ji ber ku roja ji nûve jîn bûnê ye. Em tenê rojbûna birêz Abdullah Ocalan nabînin. Êdî Gelê Kurd xwe nas kir û qedexeyên li ser çand û zimanê xwe hilweşandin. Îqtidara ku di vê ferqê de ye polîtîkayên xwe yên tunekirina kurd didin meşandin.”