Li Şehbayê teqîn: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
- 12:00 30 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê di avahiyekî de teqîn çêbû. Hat zanîn ku di teqînê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê di malekê de teqîneke mezin çêbû. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di encama teqînê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Bi teqînê re tîmên şaredariyê berê xwe dan cihê bûyerê û cenazeyên 5 welatiyan ji bin kavilên malê derxistin.
Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye.