Girêdayî êrişa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nu!

  • 11:32 30 Adar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Komek kesên ji Qazakisatanê êrişî gundê Kurdan Sovetskoyê li herêma Tirkistan a Qazakistanê ye kirin û jina kurd Xanim Koçarîevna Rustamova bi îşkencê qetil kiribûn. Derbarê êrişê de me xwe gihand agahiyên nû. 
 
Li gundê Tugan Ayil (Sovetsko)  navçeya Saîram ê girêdayî herêma Turkîstana Qazakistanê, di 25’ê Adarê de li hemberî malbatên kurd êrişa nîjadperest pêk hat.  Di encama êrişê de komek kes êrişê maleke kurdan kirin û jina bi navê Xanim Koçarîevna Rustamova   (66) bi rêya şewat û bi îşkencê qertil kirin. 
 
Polîsan giliyê ciwanê kurd guhdar nekirin
 
Li gorî agahiyên me ji gundiyên Sovetskoyê û cîran girtine beriya êrişê jî ciwanên Qazakistanê êrişî zarokên kurd dikin û gotinên nîjadperest ji wan re dikin. Li ser bûyerê kurê Xanim Koçarîevna jî dixwaze bikeve navberê lewra ji wî re jî gotinên nijadperest tên kirin. Li ser êriş û gotinên çewt kurê Xanim Koçarîevna jî telefonî polîsan dike û giliyê xwe parve dike. Polîs axaftinên ku wan mijûl bike bikartîne û nayên cihê bûyerê. Ciwanên Qazak jî dibêjin “Ji xwe polîs ji hevalên me ne, hun biyanî ne.” Kurê Xanim Koçarîevna ku dixwaze zarokên kurd ji êrişa wan xilas bike dubare êrîş lê tê kirin. Li gorî agahiyan di şer de 2 ciwanên Qazak jî birîndar dibin. Li ser vê yekê ew bi komek girseyî re êrişê mala Xanim Koçerîevna dikin. Ev girse ji 10 kesan zêdetirin û ji ber gengeşeya derdixin Xanim Koçarîevna paşve diçe. Lewra bi rengekî derî vedikin û divekin hundir û rûyê Rostamova bi benzînê dişewitînin. Piştî demek kurd jî Rostamova li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. 
 
Êriş bi awayek sistematik berdewam dikin
 
Di serdema şerê ku li herêmê dihat meşandin gelek kurdên herêma Serhedê di navbera 7’ê Tîrmeh û Mijdara 1937’an de neçarî koçberiya ber bi Qazakistan, Qazakistan û Nahçîvanê dibin. Gelek ji wan kurdên ku li  Nahçîvanê bi cih bûne  jî derbazî Qazakistanê dibin û li wir li çend gundan bi cih dibin. Yek ji van malbatên kurd jî malbata Xanim Koçarîevna ku li gundê Sovetskoyê bi cih dibin. Ev gund jî navê xwe ji kurdên koçber bûne digire. Lewra ev gundên di nav sînorê Qazekistanê de ne hertim êrîşên nîjadperest li wan hatine kirin û ev êriş niha jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên me ji gundiyan girtine Qazak dibêjin “Me ne dizanî ku kurd li hemberî birayên me yên tirk şer dikin. Wê nêzîkatiya me hîn cudatir ba.” 
 
‘Ji kurdan hez nakin û naxwazin’
 
Kesê ku agahî bi me re parvekirin ji ber ewlehiya xwe nexwest nav bide û wiha got: “Gotin û nêzîkatiyên ku kurdan biçûk dixin dikin. Ev dewlet me naxwaze. Gelek nîjadperest û faşistin. Bi taybetî jî kurdan acizin. Ji xwe ji bo ku heskirina xwe ya li hember Tirkiyeyê nîşan bikin ji herêma ku em lê ne weke tirkistan bi nav kirine. Hevkarên Tirkiyê ne û bi wê awayî jî dijminatiya kurdan dikin. Di gelek êrişên bi vî rengî de ger mijar êrişkirina kurdan be, bêy ku gelê Qazakistanê sedem fêr bibe alîkariya hev dikin û êrişî kurdan dikin. Beriya niha jî êrişek bi heman rengî pêkhat û xaniyên kurdan şewitandin.”
 
‘Çapemeniya Qazakistinê bûyer nedît’
 
Heman kesî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev êrişa ku li ser mala Rostamova Xanim pêkhatiye jî bê guman êrişek nîjadperestî ye û nayê qebûlkirin. Dewlet bê deng e û çapemeniya wan jî bê deng e. Ewqas bûyerek ji rêzê nîne jinek kurd hate qetilkirin û qet di çapemeniyê de jî dernakeve. Dewlet jî weke her êrişa li ser kurdan pêkhatiye dixwaze weke şerê di navbera cîranan  de nîşa bikin. Em baş dizanin ev ne şerê cîrantiyê ye, ev êrişa li ser kurdan e.”
 
‘Divê hemû kurd dengê me bibihîzin’
 
Kesê ku navê xwe neda û axivî wih dawî li axaftina xwe anî“Êdî tehmûla me ne maye. Lewra weke fêrbûnek lê hatiye divê em koletiya wan qebûl nekin. Mixabin kurd çavtirsandî kirine. Kurdan bêxwedî dibînin. Di êrişên bi vî rengî de ji ber ku dewlet xwedî li wan dernakeve êdî kurd nema dikarin pirsgirêkên xwe vebêjin jî. Tenê di dema hilbijartinan de tên gund û bi me re diaxivin. Weke nişane yekî kurd ku alîgirê dewletê ye xistine meclîsê. Lê belê kes tiştê ku kurd li herêmê dijîn nayne ziman.  Bi sucbariyan û êrîşan dixwazin me bêdeng bikin. Kurdan wekî şerger û kujer didin nasîn. Divê herkes dengê me bibihîze me tenê nehêlin.”