Li 5 bajaran operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:14 30 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Li 5 bajaran polîsan bi ser malan de girt û di nav de rojnameger jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li Enqere, Hatay, Îzmîr û Stenbolê operasyonek hat destpêkirin. Di encama serdegirtina malan de rojnameger Emre Orman jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenboê ya Cadeya Vatanê. 
 
Kesên ku navên wan diyar bûn: Rojda Yalinkiliç, Emre Orman, Ahmet Bay, Bayram Dalyan, Arda Turan, Çagdaş Aydogdu.