ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN

  • 09:00 30 Adar 2022
  • Rojev
 
*Endama Kordînasyona Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hasaf konferansa Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan a li herêmên dagirkirî li dar xistibûn wiha dinirxîne: "Ger jin mil bi mil, dest bi dest, bê cudabûn bi hev re kar û xebatê bimeşînin dikarin bigihêjin azadî, rizgarî û xurtkirina hebûna jinê." DÎMEN HEYE
 
*Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî 73'yemîn rojbûna wî û tecrîda ku 23 sal in li ser tê meşandinê axivîn û gotin: "Serokatî dikeve 73 saliya xwe û li cihê ku di nava gelê xwe de be, di nava tecrîdek girankirî de dîl tê girtin. Me di Newerozê de daxwaza gelê kurd dît. Divê dewleta tirk vê jinedîtî ve neyê. Her wiha divê gelê kurd jî bi vê ve sînordar nemîne. Divê bi çalakiyên ku mafê me yê demokratîk in em dakevin qadan. Ji ber ku azadiya serokatî azadiya gelê kurd e."  DÎMEN HEYE
 
*Hunermendên jin ên kurd destnîşan kirin ku di şexsê Nûdem Dûrak de êrîşî ziman û hunera kurdî tê kirin û xwestin ku Nûdemê demildest serbest bê berdan.  DÎMEN HEYE
 
*Gumanbar Ahmet Bîtgîn hewl dabû ku jina pê re zewicandî Dîlek Bîtgîn qetil bike. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar Ahmet Bîtgîn de îdianame amade kir û cezayê girtîgehê yê muebetê xwest.
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bi mîlyonan kes di Newrozê de daketin qadan û bi yek dengî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman. BI DÎMEN