Li Qezexîstanê êrişa nîjadperest: Jinek kurd hate qetilkirin

  • 20:18 29 Adar 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NUÇEYAN -  Komek kesên ji Qezexîstanê êrişî gundê Kurdan Sovetskoyê ya li Qazaxîstanê ye kirin û jina kurd Rostamova Xanim a 66 salî bû bi îşkenceyê qetil kirin. 
 
Li gundê Sovetskoyê yê navçeya Saîram a girêdayî herêma Turkîstana Qazaxîstanê ye, li hemberî malbatên kurd êrişa nîjadperest pêk hat. Di encama êrişê de komek kes êrişê malekî kurd kirin û jina bi navê Xanim Koçer (66) şewitandin.  Malbata Rostamova ew rakir nexweşxaneyê lê belê piştî demek kurt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî agahiyên gundiyan parve kirine gundê Sovetskoyê piştî şerê Sovyetê kurdên Bakûrê Kurdistanê koçber bûne û li vî gundî bi cih bûne. Ji ber wê yekê jî navê gund Sovetskoy e. Lewra ev Kurdên koçber hertim rastî êrişên nîjadperest yên gelên Qezexîstanê hatine. Beriya niha di demek kurt de jî li ser medyaya dîjîtal jî û bi awayek fîzîkî jî êrişên nîjadperest pêk hatine. Herî dawî jî di 25’ê Adarê de komek kes êrişê mala Rostamova Xanim dikin. Li gorî agahiyan Rostamova çawa derî vedike benzîn pêde dikin û dişewitînin.