'Nobeda Edaletê di roja 103'yan de ye

  • 16:25 29 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê "Nobeda Edaletê" di roja 103'yan de ye, ji kesên ku çûn serdana nobedê Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun, bang li rayedaran kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
 
"Nobeda Edaletê" ku li Wanê ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatibû şewitandin hat destpêkirin di roja 103'yan de berdewam dike. Îro rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Keskan û Partiya Çep a Pêşerojê ya Ebexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û xebatkarên ARSÎSA'yê çûn serdana nobetê. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Ebexê Adîl Salazer, bal kişand ser girîngiya çalakiyê  û got, "Bi hezaran ciwanên kurd di girtîehan de ne û divê ku em dengê wan bibihîzin. Ger ku li heberî vê em bêdeng bimînin wê bi hezaran kesên din bên girtin."
 
Banga berpirsiyariyê
 
Muzeyen Butun a ku li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê axivî, bal kişand ser Baroya Wanê ku nobed lê didome û got, "Em çima li vir in? Ji ber ku vir jî qada hiqûqê ye em li virin. Em ji bo girtiyan edaletê dixwazin. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin. Wezîrê Edaletê ji ji girtîgehan berpirse. Bila dengê dayikan bibihîze û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Girtîgeh bi girtiyên nexweş tijî ye û nayên dermankriin. Em ji bo wan edaletê dixwazin. Bila dengê me bibihîzin."
 
'Li girtîgehan zilm heye'
 
Dayika Mert Ekincî yê ku li Girtîgeha Wanê girtî Şefîka Ekîncî jî bertek nîşanî polîtîkayên li heberî girtiyan da û got, "Li girtîgehan zilm heye. Mafên girtiyan nadin wan. Em dayik dilê me bi birîn e. Em edaletê dixwazin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."