Li Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê didome

  • 11:22 29 Adar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - 14'emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4'ê Nîsanê ya ku bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi kelecaneke mezin berdewam dike. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di 21’ê sibatê de 14'emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4'ê Nîsanê ya ku bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin berdewam dike. 
 
Mîhrîcan ji hêla Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê ve tê organîzekirin. Mîhrîcan di 21’ê sibatê de bi turnuvayên futbolê yên di navbera dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de tên kirin, des pê dike û heta 4’ê Nîsanê berdewam dike. 
 
Turnûvaya futbolê ya di navbera dibistanên seretayî ya tîma jinên ciwan de, îro li Dibistana Seretayê ya Şehîd Mehmed Kurd pêk hat. Her wiha her roj piştî turnuvayan pêşbirkên bez, govend, torbe, hêk û hwk de provayên xwe li dibistnên xwe dikin.