Di 'Nobeda Edaletê' de banga li dijî tecrîdê bikevin tevgerê kirin

  • 16:18 27 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Hevserokê HDP'a Artemêtê Tahîr Şen ku di "Nobeda Edaletê" ya Wanê de axivî, diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin qebûl nakin. 
 
"Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 101'emîn de berdewam dike. Nobeda îro hevjîna Ebedîn Abî ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye Zubeyde Abî û xwişka Fûat Bor ku 28 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtî ye Nûrcan Bor berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Artemêtê jî îro serdana nobedê kirin. 
 
Hevserokê HDP'a Artemêtê Tahîr Şen, di civînê de axivî û diyar kir ku li welat hiqûq li holê nemaye û wiha got: "Em piştgiriya nobeda edaletê dikin. Em ê herdem bi malbatan re bin. Îro li welat bi hezaran mirov li edaletê digerin. Mixabin lê hiqûq ji holê rabûye. Em careke din ji vir bangî rayedaran dikin; divê girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan. Em tecrîda li Îmraliyê jî qebûl nakin û tecrîda ku li Îmraliyê li ser Ocalan e şermezar dikin. Divê CPT û Yekitiya Ewropa ji tecrîda li ser Ocalan re bibêjin, 'êdî bes e'. Divê parêzer û malbata Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Weke Gelê Kurd em vê tecrîdê qebûl nakin."