Tevgera Azadiya Jinên Êzidî: 4’ê Nîsanê bû vejîna gelên azad

  • 16:00 27 Adar 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Bi pêşengtiyaTAJÊ’ê derbarê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan de semînerk hate dayîn. Di semînerê de hateteqezkirin ku wê tekoşîna gelan îsal azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan misoger bike.
 
Civaka Êzidî piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’am heta roja îro bi fikir û felsefeya civaka azad û wekhev xwe rêxistin dike û tekoşîneke mezin dide meşandin. Bi taybet jî jinên êzidî yên kurd fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke ronahiya xilaskirina ji tarîtiyê dibînin.  Ji ber vê yekê jî ya herî zêde ber bi azadiyê ve dimeşe û xwedî li keda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdikevin jinên Êzidxanê ne. Di salên ne dirêj yên xwe rêxistin kirinê de di nava Civaka Êzidî de bi dehan pêşengên vê civakê derketine û di oxira parastina vîn û baweriya xwe de canê xwe feda kirine. Li ser van mijaran bi taybet jî bi nêzbûna rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi pêşengtiya Tevger Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  îro li Gundê Digurê girêdayê navçeya Sinunê ya Şengalê, semînrek hate dayîn. Di semînerê de bi sedan Endamên Meclîsa Jinan, Meclîsa Gel, sazî û dezgehên rêveberiya xweser amade bûn.
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Semîner ji aliya berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî  û Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Cîhan Celo ve hate dayîn. Cîhan Celo dest bi axaftinê kir, Cîhanê bal kişand ser girîngiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim û li hemû gelên azadîxwez pîroz dikim. Ev roj ne tenê rojbûna Rêber Apo ye. Ev roj rojbûna hemû mirovahiyê ye. Eger Rêber Apo nebûye niha ev tekoşîna mazin a azadiyê jî wê nebûya.”
 
Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li hemû haziran pîroz kir û wiha pêda çû: “Rêber Apo ji bo me Civaka Êzidî weke ronahî û kaniya zelal bû. Em weke Civaka Êzidî zû zû kesekî weke Rêber yan jî Serokê xwe pênase nakin, lê belê di 5 salên derbasbûyê de em Rêber Apo weke serokê xwe dipejirînin, bi taybet jî em jinên êzidî.” 
 
'Baweriya me hêza xwe ji xwezayê digire'
 
Sebîha Sebrî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nîzîkbûna fikra Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û baweriya êzidyatî û wiha got: “Gelekî taybetmendiyên Rêber Apo hene ku ji Civaka Êzidî ne durin. Ya yekem girêdanbûna xwezayê û gerdunbûna Rêber Apo. Heman demê de baweriya me ji xwezyê hêza xwe digre. Rêber Apo ji bo wekhevî û ji bo edaletê tevdigere. Her wiha em jî weke êzidî her dem ji bo her kesî başiyê dixwezin û dua dikin. Eger em vegerin dîroka me ya êzidî, jin pîroze her wiha Rêber Apo jî di felsefeya xwe de cihekî taybet dide jin. Em weke Civaka Êzidî me Rêber Apo di demeke zehmet de nas kir. Em di vê semînerê de sipasiya dayîka Rêber Apo dikin ku Rêberekî wiha ji bo mirovahiyê aniya dinê."
 
Sebîha Sebrî di dirêjahiya axaftina xwe de qala tekoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji zaroktiya wî dest pê kiribû kir û wiah bilêv kir: “Rêber Apo tekoşîna xwe ya edeletetî û azadiyê ji zaroktiya xwe ve daye destpêkiirn. Her dem zerok li derdora xwe kom kirin û wan fêrî nêçîrê kiriye.  Her wiha Serokatî dibêje, 'Ya ku bi min re şer dikir û hêz dida min dayîka min bû'. Serokatî ji zaroktiyê de nakokiya kolekirina jinê jiyaye û  dikeve nav lêpirsînê ku çima jin nikare weke ku bixweze bijî? Ji wê nakokiyê Serok Apo şoreşa Jina Azad  pêşxist.”
 
'Em deyndarên Rêber Apo ne'
 
Sebîha Sebrî di dawiya axaftina xwe de soza bilindkirina tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro li sernaserê cîhanê bi millyonan mirov daxweza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Li Şengalê jî ji ber ku em li ser vê fikra azad xwe perwerde dikin her rojê êrîşî me dikin. Lê belê ev tu car nahêle em gavê paşde bavêjin. Rêber Apo dibêje, 'Kurdistan eger bexçe be êzidî jî gulên herî xweşik di vê bexçeyî de ne. li ser vê em dibêjin ku em deyndarên Rêber Apo ne û em ê her dem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîna xwe xûrtir bikin.”
 
Sînevîzyon hat nîşandan
 
Piştî axafin bi dawî bûn sinevizyoneke li ser wateya hefteya qehremantî, qhremanên ku ji bo azadiyê tekoşîn kirine, hate temaşekirn. 
 
Semîner bi diroşmên “Şehîd Namrin” “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.