Li Îranê jinek hate kuştin

  • 15:09 27 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina bi navê Zînat Mazîdî ji ber ku xwest ji mêrê pîre hatiye zewicandin veqete, ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.
 
Jina 20 salî Zînat Mazîdî ya ji gundê Dehno yê girêdayî bajêrê Şîrazê yê Îranê duh ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin. Hat zanîn ku Zînat ji ber ku xwestiye ji mêra pê re hatiye zewicandin veqete hatiye kuştin.
 
Her sal hejmareke zêde ya jinan dibin qurbaniya  sîstema paşverû ya ku Îranê birêve dibe.