Ajansa me hêjayî Xelata Metîn Goktepe hat dîtin

  • 14:54 27 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Kesên ku hêjayî 25'emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Gotepe hatin dîtin diyar bûn. Xelata Nûçeya Nivîskî a Jûriyê ya Taybet dan nûçeya bi sernavê "Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi wesayita zirxî hat qetilkirin tazmînt xwest!" a Nûçegîhana me Şehrîban Asaln. 
 
Encamên 25'emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ku ji aliyê Rojnameya Evrenselê ve ji sala 1998'an ve bi armanca jiyandina bîranînên rojnamegerên li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane tê dayîn, diyar bûn. Di pêşbirkê de nûçegîhana ajansa me Şehrîban Aslan bi nûçeya xwe ya "Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi wesayita zirxî hat qetilkirin tazmînt xwest!" hêjayî xelata Nûçeya Nivîskî a Jûriyê ya Taybet hat tînin.
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî bi nûçeya xwe ya "Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla" ku di 9'ê îlona 2021'an de hatibû weşandin hêjayî Xelata Nûçeyên Nivîskî hat dîtin. 
 
Her wiha di pêşbirkê de xelata dîmenê ji Gazete Dûvarê Serkan Alan û Arti TV'yê Meral Danyildiz girtin. Xelata wêne jî Hasan Dogan girt. Xelata rojnamegeriya herêmî jî ji Haber Gazetesi ya Semsûrê Omer Karakûş girt. 
 
Xelat ji aliyê Celal Başlangiç, Hale Gonultaş, Îpek Ozbey, Mehveş Evîn, Mûrat Sabûncû, Nazim Alpman, Serpîl Îlgun û Zana Kaya ku jûrî bûn hatin diyarkirin. 
 
Wê xelat di 10'ê Nîsanê roja Rojbûna Metîn Goktepe de bi merasimekê pêşkêşî xwediyên wan bên kirin.