Bertekên li dijî girtina 11 jinan didome: Nikarin têkoşîna jinan asteng bikin

  • 09:01 27 Adar 2022
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê dijîn bertekên xwe li hemberî 11 jinên ku li Amedê hatî girtin anîn ziman û gotin: "Êrişên li hemberî jinên kurd tê wateya êrişê li hemberî têkoşîna hemû jinan. Tevî hemû zext û binçavkirinan têkoşîna jinê nayê astengkirin."
 
Di 16-17’ê adarê de li Amedê di serdegirtina malan de 25 jin hatin binçavkirin û 11 jin hatin girtin. Bertekên li dijî girtina jinan didomin. Di nav de jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî hebûn. Jinên Îzmîrê derbarê girtina jinan de ji ajansa me re axivîn. 
 
'Li Kurdistanê polîtîkayên şer ên taybet' 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Newroz Çetîn di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên li hemberî Kurdistanê û got: "Li Kurdistanê jin, ciwan ên wekî Gulistan Doku û Îpek Er, dibin hedefa polîtîkayên taybet ên dewleta mêr. Jinên hemû kodên serdestiya mêr û netew dewletê teşhîr kir, li ber xwe da, çareserî afirand, hilberand û li djî serdestiya mêr têkoşîn dan, dengê xwe li her qadê bilind kirin, îmze avêtin xebatên girîng. Jin ji siyaseta herêmî bigirin heta ya giştî tevlibûneke xurt pêk anîn û di saziyan de hevserokatî û nûneriya wek hev bidestxistin.”
 
'Êrişê hemû jinan dikin' 
 
Newrozê, diyar kir ku li hemberî têkoşîna yekbûyî ya jinan êrişek heye û wiha bi lêv kir: "Di mijara jinan de têkoşîna yekbûyî heye û ev tişt ji bo jinan serkeftina herî girîng e. Rojevên wekê 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê destkeftiyên jinan îfade dikin. Ya rast her destkeftiya jinê, tê wateya ketina mêr û hevkarên wê. Ji ber vê jî êrişê jinên kurd dikin û êrişa li hemberî jinên kurd êrişa li hemberî hemû jinan û êrişa li hemberî têkoşîna jinan tê kirin."
 
‘Em ê li cem xwişkên xwe bin' 
 
Ji Piştevaniya Mor Cansu Ekmen jî bertek nîşanê girtina jinan da û da zanîn ku dewlet polîtîkayên dijminahiya li hember jinan her tim dimeşîne û jin jî li dijî vê têkoşîna xwe didomînin û wiha axivî: “Di 8’ê Adarê de li gelek bajarî jinan bi çalakiyên xwe ev pir baş nîşan daye.Tevî hemû zext û binçavkirinan têkoşîna jinê nikare bê astengkirin. Em ê tu carî dest ji daxwaz û mafên xwe bernedin. Li bajarên mezin yên wekê Îzmîr û Stenbolê zext didomin lê jin sekna xwe ya bi biryar didomînin û me ev di 8’ê Adarê de dît. Lê li cihê ku têkoşîna jinên kurd hebe, xwişkên me zêdetir zextan dibînin. Em ê her tim ligel xwişkên xwe bin.”
 
‘Em têk naçin' 
 
Ji Meclîsa Jinan a  Partiya Keskan û Sol Gelecek a Îzmîrê Nevîn Aytekîn jî destnîşan kir ku di tu demê de ev qirkirina zayendê nehatiye jiyîn û wê jî ev nirxandin kir: “Kujer û tecawizkar serbestin. Hiqûq tune, ji Peymana Stenbolê derdikevin. Mafê nefeqeya me ji destê me digirin. Di nîvê şevê de bi awayekî dijhiqûqî 11 jin tên binçavkirin. Girtin û binçavkirin hîna didomin. Li hemberî girtin û binçavkirinan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jin jiyan azadî.”